Gelo kî dibe serokê Emerîkayê?

  Dr.Cuwan Heqî

Wek ko diyare 4ê meha 11an ev sale,2008an dê Emerîka li şuna serok G.W.Bush serokek xwe nû dihilbijêre.
Heya niha namzetê Partiya Republican (RP) diyar e.
Navê wî McCain e.
Lê yê Partiya Demokrat (DP) de, navbera du bernamzetan de maye:
Senator Hillary Clinton û senator Barack Obama.

Heya niha li gor hilbijartinên delegeyên DPê, Obama hinekê li pêşiya Hillary ye.
Bingehê vê nivîsa min ji ser dayin-standinên komeleya me,” Amerîka Kurdistan Friendship League– AKFLê,(Komeleya Dostaniya Emerîka û Kurdistanê); dayin-standin û pirsiyariyên min li gor hinek pispor û siyasetmedarên bilind yên Emerîkayê, herweha ji zanîn û tecrûbeya min li ser Emerîkayê pêk hatiye.
Lê heman demê de dixwazim bêjim ko dîsa jî ev siyaset e, mirov nizane, ew her kêlîkê dikare were guhertin û bi terse dîtin, bawerî û texmînên mirov derkevin.
Em werin ser mijara xwe:
Wek min li jor jî got, senator McCain namzetê yekem yê RPê ye.
Û li aliyê demokratan de diyar e Hillary û Obama, dê berdewamiya hevrikiya hev bikin heya yek zora yê dî bibe. Hingê yê/ya biserketî dibe namezetê yekem yê DPê.
Li gor hevrikiya wan herdu bernamzetan ya niha, diyar dibe ko kesek ji wan heya niha nekariye zora yê dî bibe.
Li gor vê yekê ger heya meha Tebaxê yek zora yekî dî nebe, hingê dê di convention (civîna şawirmendiyê) ya Partiya  Demokrat de, ”Superdelege”yan ” yekî ji wan destnîşan bikin.
Wê çaxê Superdelegeyan kî hilbijêrin dê ew bibe namzetê DPê.
Bes noqteyek girîng di vê pêvajoyê de heye, ew jî:
Ger yek ji wan heya hingê bo piştgiriya bernamzetiya xwe ferqiyek mezin wergire, hinge ti rola “superdele”yan namîne û ew nikarin rê li namzetiya wê/wê yê biserketî bigirin.
Ango wê demê kî bi ferqiyek mezin li pêş be(Hillary yan jî Obama), dê ew bibe namzetê DPê û li pêşberî McCain bikeve hilbijartinê.
Di vir de tirsa RPê ew e ko Hillary Clinton wek namzetê yekser yê DPê were pêşberî McCain.
Li gor siyasetmedarên lêkolînvanên emerîkî, Hillary hingê dê zora senator McCain bibe.
Û Hillary dibe serokê nû yê Emerîkayê.
Lê ger Obama wek namzetê yekem yê DPê were hilbijartin, hingê şansê hilbijartina senator McCain gelek zêdeye.
Sedemê wê jî gelek in. Wê gavê RP dê van propagandeyan bike:
“-Nabe Emerîka bikeve destê Barack Obama de, gava ew dixwaze digel welatên ereban yên fundamentaliya olî re peywendiya dane!
-Nabe Emerîka têkiliyan digel Îranê bike, heya ew berdewamiya silahên atomî dike!
-Emerîka di bin serokatiya Obama de ji “superpower”tiya xwe dikeve û ew dibe dewletek tirsonek.”
 Û herweha çendî ko ne bi awayekî vekirî jî be:
“Nabe Emerîka bikeve destê kesek ko bi eslê xwe misliman e û misilmantiya wî jî ne diyar e!
-Û herweha Emerîka ji bo serokatiya kesek nesipî ne amadeye!”
Û gelek propagandeyên dî.
Van propagandeyan dê dijî Obama birhek xwe mezin li ser miletê emerîkî bike.
Û ew dê berê xwe bidin McCain. Û gelek kesên piştgirên DPê û yên Hillary bixwe jî, ji neçarî, dengên xwe bidin McCain.
Ji bo vê yekê, Partiya McCain, RP, dixwaze li pêşberî McCain Barack Obama derkeve hilbijartinan.
Ji ber vê tirsê, tê gotin ko senator McCain bi awayekî îndîrek alîkariya senator Barack Obama dike da ko ew bibe namzetê Partiya Demokrat.
Li aliyê dî jî diyar e ko Obama bi her awayî ser feydeyê ye.
Ji ber ko ger ew nebe serok jî, ew dikare cihek bilind di serkirdayetiya Emerîkayê de wergir e.
Mesele, ne dûr e ew digel senator McCain li hev bike û bibe cihgirê wî.
Ev postê he jî li Emerîkayê postek gelek girîng û bilnd e. Cihgirê serokê Emerîkayê yekser dibe serokê senatoyê.
Û herweha jixwe ger Obama bibe namzetê yekem yê DPê, hingê ew dê hemû hêza xwe bikarbîne da ko ew zora McCain bibe.
Barack Obama kesek jîr e, dikare bi hesanî baweriya milet bi xwe bîne.
Xort e, behsa nûjentiyê dike.
Dixwaze bêhtir birh û xebata serokatiya xwe bide ser civaka Emerîkayê û ew ser pirsgirêkên rojane yên nava welat disekine.
Bi kurtî:
Ger senator Hillary Clinton bibe namzetê yekem yê DP, wê çaxê îhtîmalek mezin heye ko ew dibe serokê Emerîkayê.
Ger Obama bibe namzetê DPê, hingê şansê hilbijartina McCain bo serokatiya Emerîkayê gelek zêde dibe.
Xuya ye ko hilbijartina bo serokatiya Emerîkayê wek lehîstoka satrancê ye.
Divê Hillary, Obama û McCain kevirên (berikên) xwe baş bileheîzin.
Siyaset xeletiyan efû nake.
Li gor dîtina min serokatiya Emerîkayê di wê navê de ye.
Ango di çaxê îro de şansê her sê bernamzetan wek hev heye.

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…