Beza ber bi Qesra Spî ve

HOŞENG OSÊ

Roja 4’ê mijdara bê dê dawî li beza ber bi Qesra Spî ya DYA’yê bê. Dê vê rojê aşkera bibe bê ka kilîta DYA’yê, 4 sal pêşde dê di bêrîka kê de be. Her ku rojek derbas dibe û DYA nêzî 4’ê mijdarê dibe kêferata amadekariyên hilbijartinên serokdewletiya Amerîkayê germ û geştir dibe. Namzetê demokratan Barak Obamayê 46 salî ye û namzetên komargeran John McCainê 72 salî ye.

Obama ku bi nijada xwe ji Kenyaya Afrîkayê ye bavê wî cotkar bû… Obama, li ser nifşên ciwanan tê hesibandin. Lê bi kêm tecrubeya wî di warê siyasetê de tê rexnekirin. Û ji bo ku Obama vê valahiyê dagire, senatorê kongreyê yê navdar û pisporê polîtîka Rojhilata Navîn Jûzêf Baydin ê ku alîgirê parçebûna Iraqê ye, ji xwe re weke cîgirê serokdewletiyê hilbijart. Li aliyê din kalemêrê qert Jon McCain, şeytantir derket û berê xwe da Seroka eyaleta Alaskayê Sarah Palin a 44 salî da bike cîgira xwe. Ji vê helwesta McCain her kes veciniqî û matmayî ma! Lê ev kalemêrê qert, dizane bê çi dike. Hilbijartina wî ji palin re da bibe namzeta cîgirê serokê DYA’yê ne tenê ji ber ku jin e û ciwan e û berê şaha xweşikbûn û çelengiyê bû lê ji bo nakokiyên navbera demokratan kûrtir bike û dengên ku divê biçûna ji Hêlerî Cilîntonê re qezenc bike. Weke tê zanîn ku hempîşe û rikbera Obama li ser namzetiya demokratan Hêlerî Cilînton bû. Û piştî ku Cilînton xwe ji meydana hilbijartinan paşve kişand çav li rê bû ku Obama wê weke namzeta cîgir xwe hilbijêre lê Obama, hêviyên alîgiriya Cilîntonê şikand. Îca gelek ji alîgirên Cilîntonê soz dabûn ku dê dengên xwe nedin Obama û dê bidin McCain. Ji niha û pê ve dê McCain çavê xwe berde ew 18 milyon dengên demokratan ku çûbûn ji Cilîntonê re çawa belawela bike. Beşek ji wan dengan bi aliyê xwe ve bîne û beşekê bêalî bihêle û ev jî tê wateya nêzîkbûna McCain ber bi Koşka Spî ve.
Li gorî nêrîna min hilbijartina demokratan ji Barak Obama re weke namzetê serokdewletiyê ne di cih de bû, ji ber ku hempîşe û reqîbê wî yê komarger John McCain ku beşdarî şerê Viyetnamê bûye û pîlotê firokekê bû û Viyetnamî firoka wî xistin û ew dîl girtin…, xwedî ezmûneyeke mezin e û pir kone û zîrek û planbaz e. Lê Obama, erê dizana biaxive lê nizane bike. Û mirov dikare bêje ku dema Obama Hêlerî Cilîntonê ji namzetiya cîgiriyê dûr xist riya xwe ya ber bi Qesra Spî dijwartir kir.

Jêder: Azadiya Welat

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…