NAVENDIYA NIJADPERISTÎ

Melevan Resûl

(nijadên nijadperist ):

Ev ramanê di hişê beşek ji mirovan di civakek xweza de bi tundî cihgirtî , bi vî awayê em li pêşber çavên xwe dibînin , bi temenê xwe ne xwedan temenê dûr û dirêjin , ew jî li gor xwendina civaknasê Ermrîkî (w.g.summer) hatiye binavkirin , di destpêka çerxê bistan wî ev nav (navendiya nijadperisti) bi karanî , ango ev komelgeyên bi vî ramanî bawer , xwe wekî navenda hemî bizav û çalakiyan dibînin , awirên wan jî li hember kesên ji vî ramanî nenoşin yan li ser komelgeyê neyên  jimarê , bi çavekî nizim û ketî li wan temaşa dikin .
Baweryên van xwedan helwestên seyr ji xwe gelekî bi ewlene û bi xwe bawerin , ango hemî alavên rêveber û jiyanê di nava xwe de pêkhatî dibînin , ji lew hemî tiştên xwe ji derdorên bi hîkarî vediqetînin û ji xwere li cîgiran digerin heta ku vala jî bin , lê da ku poz bilind û maqûl bimînin di wî ramanî de kûr dibin , bi qurebûn xwe nîşan didin ku ew xwedan û navenda hemî raman û têgihiştinanin , mînakê vî helwestî gelek hene wekî çawa ji xwere yezdanekî ne wekî yê derdoran diafirînin , yasayên başqe bi kartînin û dawî bersiva feremirovan didin : (kumbira bi serê meve ne li serê kesî ye )!.
Di vê derbarê de Klod Lîvî Ştrawis derbirînên xwe dibêje û diyar dike ku ev komelgeyên bi vî ramanî mijûl dibin û çandên hemereng wekî diyardeyek xweza nabînin ? ew civakin seretayî û çalepkin , ji ber ku ziman, hişmendî û têgihiştin di çarçiva sînorên cografiya xwede dibînin û navê nijadî (ethnonyme) wekî sembolek serkeftî dibînin .
Lê heger em berê xwe bidin naskirinek din di mêjoya rêveçûna civakan de , wê ( civakên dîrokî )  yên sembolîk werin pêşber çavên me nexasma di uropa de , ew jî bawerya di çarçiva çanda ( Romanî û Yonanî ) de teng dimîne , li gor baweriya wan ewe ku kesên di bingiha ramanê xwede van herdu jêderên çandî (Romanî û Yonanî) li pêş nebîne ? ew bi navê (Berber ) yan hovekar hatine navkirin , yekek ji neyînên wê ewe ku bi tundî li hember hemî ramanan derdikeve û lêborîna mirovane di wan de nîne heme her bi tepeserkirinê xwe nav dide, ya din jî ew lêborîna çandî , siyasî , olî li rex wan peyde nabe .
Ev hemî dibin beşek ji rêveçûna hiş û ramanê mirovan , bi kêm kasiyên xwe ve helbete rûyê din yê erênî jî di wê bweriyê de dimîne mîna lêgerîn û peydakirina cîgiran û afrandina rê û rêbazên din da mora xwe li wî ramanî bixîne û civakê di bin yasayên çîna serdest re derbas bike , ango hûrikên vekolîn û lêgerînê bi kontrol di nava civakê de diafrîne .
Her çiqas ev raman temenê wî dirêj be , lê dawî wê hilweşe û di warê hilsengandina paşdemayî de wê were navkirin .

( çanda rojgarî ) ramanê rojgarî wan hewldanan pûç dike û mîkanizma jiyanê bi rengekî aqlane şirove dike , her çendî civakek ji yan din bi çalaktir be jî , lê ew çandên hemereng ji xwere dixe sertîp û nîşana hevguncî ji şaristaniyê re , nemaze piştî cidabûna Enthropologya çandî ji wî ramanê nijadî yê teng , berî kete şaristaniya giştî ya ku hemî civak xwedan bandorin di berhemê wê de , her yekî bi qasî karîna xwe tûrikê çanda mirovane dagirtiye , lê her kesî ne bi qasî hev ked û westan di pêşveçûna çanda şaristanî de bi berheme , hinka bi mistkî dane û hina bi têrkî dane , lê heme her çanda nijadî di qûnaxên paş de dimîne .

melevanresul@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…