Tirkiye Ber Bi Gûhertineke Dîrokî Ve Diçe…

  Dara BILEK

Eve demeke dirêje, li Tirkiyê tevlîheviyek mezin heye. Çend bûyerên kû tesîrê li qedera pêşeroja Tirkiyê bike hatine holê. Ev pêvajoya tevlîhev sedema hilbijartina Serok Komarê Tirkiyê eşkere bû. Heta niha bi awayeke hişk berdewame. Ev nexweşî gihat radeyekî Dadgeha Yasayî doza girtina partiya desthilata AKP kir.Her wiha Hikûmet bi hişkahî çu ser hinek dezgehên tarî di nav dewletê de.
Çeteyek bi navê Ergenekon derket holê û gelek kesayetiyên girîng hatine girtin. Di nav wan girtiyan de hinek genaralên xanenîşîn (taqewîd) hene. Ev yek di dîroka siyasiya Tirkiyê de bi vî awayî cara yekeme çêdibe. Îro ew kesên hatîn girtin bi çêkirina lêdaneke eskerî têne tawanbar kirin.
Bi kûrtahî şerek di nav hikûmeta AKP û hinek dezgehên dewletê de heye. Ev yek bi hemû der û deverên hûkmî û civakî de bi tundî berdewam e. Car caran di vî şerî de rê didin hev û di hinek deveran de li peymanan çêdikin. Lê di rastiya xwe de nakokiyên heyîn û şerê çêdibe, Tirkiyê ber bi gûhertinekî ve dibe. Ev gûhertin dê gûhertineke bingehîn be û wê hîmên komariya 80 salan bihejîne. Ev yek bivê nevê wê bandorekî li tevgera Kurd li Bakûr bike. Lê mixabin vê gûhertina li Tirkiyê çêdibe tevgera Kurd ne xwedî helwestek zelale. Heta mirov dikare bibêje bê denge. Nikarê di vî şerê heyî de li gora berjewendiyên netewî tevgeran bike, belkî di rastiya xwe de her kesek di nav tevgera Kurdistanê de berjewendiyên netewî bi awayekî cuda dibîne. Ev yek jî gelek eşkere ji alozbûna tevgera Kurd de derdikeve holê.

Ev şerê li Tirkiyê heyî gereke rast bête binavkirin.Ev şer di rastiya xwe de şerê nav îdeolojiya fermî ya dewletê û hinek aliyên din de ye.Ev di navbera leşkeran (mîlîtarîstan) û kesên medeniyan deye. Vêca eger mirov wekî Kurdekî û li gora rastiya Tirkiyê û di vê pêvajoya sîyasî de wek demokratekî li pirsgirêka heyî binêre dikare rihetî aliyê xwe bide kifşkirin. Di vî şerî de mirov nikare bê deng bimîne gerek mirov helwesta xwe bide kifşkirin û serkeftina aliyekî bixwaze. Dema em perspektîfa AKP û leşkeran li meselê binêrin emê nikaribin awayekî pêwîst rastiyê bibînin. Lê eger wek şerê nakokiya di nav medenî û leşkeran li vê pirsgirêkê binêrin dê helwesta me jî bi asantir bête kifşkirin.

Gelek vekirî gereke wekî kesayetiyên demokrat em ji bo civateke medenî û sivîl kar bikin her demî helwesta me li gel demokratan be. Militarîzm li Tirkiyê eve 80 sale siyaseta dewletêye û bingeha Kemalîzmêye. Kemalîst ketine wê tirsê kû dewlet û desthilatdarî ji destê wan derdikeve. Ji bo desthilatdariya xwe biparêzin bi hemi awayî li berxwe didin. Lê dinya tê gûhertin hêdî dixweyê kû hîmen dewleta Kemalîst hêdî hêdî diderizin. Gereke em wekî Kurd vê derzê bi hemû awayî mezintir bikin heta hêza me hebe bibin sedem kû ev derza heyî bibe sedemê hilweşandina dewleta militarist û Kemalîst kû ew hîm jî li ser inkar û qirkirina miletê Kurd hatiye avakirin.

Dema mirov di mercên îro de pişgiriya civateke medenî bike nayê wê wateyê kû mirov piştgiriya AKP dike. Gelek kes ji bo vê yekê bê deng dimînin. Di baweriya min de kî dijî Kemalîstan û îdeolojiya fermî raweste gereke ji bo berjewendiyên xwe vê prosesa gûhertinê de li gel wan heta demekî xwedî helwest bibin.

Heta çend rojan dê rewşa heyî baştir zelal bibe. 28-ê temuzê Dadgeha Yasayî dê dest bi doza AKP-ê bike, wê di çend rojan de biryar bête girtin. Eger AKP bête girtin wê rewşa vî şerê heyî bête gûhertin û wê rewşek darayî ya xirab li Tirkiyê peyda bibe û peywendiyên Tirkiyê û dinyayê bikeve di pevajoyeke nû de. Na eger AKP neyê girtin dibe kû ew rewşa awarte ya heyî hêdî hêdî haleteke sirûştî û xwezayî bigre. Lê şerê di navbera milîtarîzmê û civata sivîl de dê berdewam bibe.
—–

Jêder: hemdem

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...