Bi helkevta 30 saliya koça dawiya Şahjina Kurd Rewşen Bedir Xan.

Kurdistan Elî

Wekî Erk jime tê xwestin kû em Nimûneyên  jinên Kurd li bêra xwe bînin, ev Erk yeke ji gringiyên nivîsîna Dîrokê, çimkî ev Nimûne Rêça rizgarîxwaziyê Ron dikin, û herweha Riya Xebatê asan dikin û nûjen dikin.
Rewşen Bedirxan di Sala 1909 ê jidayîkbûye û di Sala 1992 ê de Koçka dawî kirye,
Rewşen Salih Mehmûd Salih Bedirxan :
Wêjevan û Mamoste bû , Ew Jina dawî bû ya ji Malbata Bedirxaniyan  kû bi Zimanê Kurdî yê Bedirxaniyan di axivî , Ew Hevjîna Mîr Celadet Bedirxan bû, Keçmam û Destê wiyê Rastê bû.

 

Li Şarê (Qeyserî) yê Turkiyê Jidayikbû bû û Bavê wê li wê Deverê wekû Penaber dijî , Rewşen xan Bedirxaniye ji herdû aliyên Dayîk û bavê ve, Ew keça Salihe Birayê Bedirxan yê mezin bû û Dayka wê Samiya Bedrî Paşa Kurê Bedirxan yê mezin bû, Rewşen Xan çar Sal ji Zarokiya xwe li Şarê Stanbolê derbaskirin di Sala 1912 ê carek dî ligel Sergoniya Bedirxaniyan ya bizorê ji  layê Turkanve koçberî Herêmên cuda cuda yê Rojhilata Navîn bûn, li Domahiyê li Şarê Şamê li gel Bavê xwe Salih Bedirxan û Mamê xwe Yûsiv Bedirxan Niştecih bûn.
Xwendina xwe ya seretayî li Dar Elmuelimîn (Enîstîtuwa Mamosta) li  Şamê bi dawîkir, Ew ji Nifşên pêşî ji Mamostên Jin li Sûrîya yê wê Serdemê bû, herweha li Demekê de li Bajarê  Kerk ê yê Urdinê dixwend, Sala (1924_1927), paşî kû vegera Şamê û di Dibistana ELÎBÎK ya Frensî de  waneyê Zimanê Erebî dida tevaya Şagirtiyê wê Dibistanê, û di Sala 1929 de bû Mamoste di Dibistana Dewletê de, di Sala 1934 de, Rêveberiya Dibîstana Hukûmî piştaxwe bê girêda û ket di Rêxistina Derçûyên Xula Mamosta de, û di Sala 1944 ê de tevlî Yekîtîya Jina bû û Pîştî çend Heyva jê dûrket, Pîştî vegera wê ji Qahira di Sala 1935 ê hevjînî bi Şah Celadet re girêda û Jîyan ligel hev  (17) Salan derbaskirin, lê mixabin Celadet çû ber dilovanya Xudayê xwe , û bi koçikirna wîre Astengî û Êş, Azar di Jiyana wêde despêkirin lê wan Astengiyan Moralên wê bê hêz nekirin, li berxweda û jiyana xwe bi Rêvebir.
Di Sala 1957 de çû Yonanê û Amadebû bi Nûneratiya Gelê Kurd di Kongirê (Kolonyalîzim) dijî Dagîrkirinê û kesekî kurd jiblî wê Amede nebû lê karîbû hebûn û Nêrînêna xwe berçav pêşkêş  bikê, û di Sala 1971 de berê xwe da Başûrê Kurdistanê liser daxwazî û vexwendina Serok Barzanî Serkirdeyê Şoreşê di wê demê de, li Şarê Hacî Omeran yekîtîya Jinên Kurd damezrand û Avakir.
Wê ji bilî Zimanê xweyê dayikê, Zimanê Turkî û Erebî, İnglîzî û Ferensî  dizanî û Alîkariya gelek kesan dikir di wergerandina ziman de.
Di Radyoya Şamê de beşê Zarokan pêşkêş di kir û gelek Nivîsandin û Çîrokên wê dihatin belavkirin di Malper û Kovaran de.
Roja Duşemê yekê (1)
Hezîrana Sala 1992 de, li Mala xwe li Şarê Banyasê Koçka dawî kir û çû ber dilovaniya Xweda yê xwe û li Tenîşta Hevjînê wê  li Mazara Nqşebendiya di Taxa kurda li Şamê hat bixak sipartin.
Ev Navên jimarek ji Pirtûkên wê yên Wergerandîn û  Nivîsîn:
— Yadgariya Mamosteyekê yan Çûkê Sêncê, nivîs Reşad Bek Nûrî1958 ,  wergerandin 199‪0. ‬
-Eşq û Azarên min, Nivîsandin Mukerm Kamîl،wergerandin û Çapkirin Sala 1954 ê”
-Hindek Rûpel ji Wêjeya Kurdî “Çapkirin Sala 1954
-Peyama Gelê Kurd ya Helbestvan Goran, wergerandin sala 195‪4 ê. ‬
-Bîranîn min Salih Bedirxan çap Sala 199‪1 ê ‬
Nameyek bo Mustefa Kemal Paşa,  Mîr Çeladet Bedirxan, Çapkirin di Sala”
1991 ”
– Lidijî Kosmopolîtîzmê Mehmû Hesen Şinoyî wergerandin.
Bîranînê Jinekê Sala 195‪1. ‬
Hezar silav li giyanê Şahjina kurd Rewşen Bedirxan bê û her Zindû bê berhemên Kar û Xebata wê…
Elmanya – Axin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…