Hêviya ku bibe nerîtiyeke salane, Rojên Çand û Hunera Kurdî li Berlîn

Idrîs HisoSiyaset sînoran dinav netewe û gelan de çêdike, çand û keltûr wan sînoran derbas dike wan dighîne hev, di çand û keltûrê de milet nêzîkî hev û hevparê hev in, ji rojhliat heta bi rojava û ti bixwaze heta bi Ostralyia û Afrîka jî. Û çi siyaseta ku piştevaniya çalakî û bizavên çandî bike ew siyaset bi xwe jî dibe fakterê jihevnêzîkbûn û hevparî û biratiyê.
Xortên xwebexiş
Li Berlîna paytexta welatê Elmanya bi maweyê sê rojan ji 27 heta 29ê Gulanê 2022, bi reveberiya hejmareke çalakvanên xwebexiş ên Kurd û piştevaniya hejmareke rewşenbîr û çalakvanên Ereb ji çend welatekî, Rojên Çand û Hunera Kurdî hat lidarxistin.

Kurd, Ereb û Elman beşdarbûn
Di festîvalê de, Kurd, Ereb û Elmanî amade bûn, hejmarek çalakî hatin lidarxistin, wek imzekirina pirtûkan, smînarên corbecor li ser çan û keltûra kurdî û pêwendî û hevpariya di navbera çand û keltûra Erebî û Kurdî jibilî, mûzîk û sifreyên xwarinên Kurdî û kardestên filoklorî, cilûberg û dîlanên Kurdî ku bûn cihê dilxweşiya mêvanan.
Salihê Heydo hat xelat kirin
Di festîvalê de Helbestvan û kesayetiya navdar a Rojavayê Kurdistanê Salihê Heydo hate xelat kirin, derbarê xelatkirina xwe Salihê Heydo got: “Ez zehif bi xelatê serbilind im, çinku ev xelat ji dest dilêş û berketiyên huner û çanda Kurdî werdigrim, karê wan li welatên xerîbiyê gelekî girîng e, ew çand û hunera me şanî cîhanê dikin, bi xelata wan ji min re ew çand û hunera Kurdî xelat dikin.”
Herwisa got: “Ez dê bi beşê darayî yê vê xelatê hejmarek pirtûkên xwe çap bikim, ev jî dikeve xizmeta parastin û belavkirina vî keltûrê zengîn, ku pirtûkên min hemû li ser vê babetê ne, ez gelekî spasiya wan û keda wan dikim.”
Karên wek vî karî pîroz in, çinkî ew him çand û zimanê Kurdî bi cîran û hevbeşên me yên welat û çîranên me jî bi çanda me didin naskirin û sînorên ku di navbera me de çîbûne dişkînin.
Hêviya berdewamiyê
Birêveberên vê vestîvalê û alîkarên wan ji Ereb û xelkên Sûriyê hêvîdikin ku ev yek bibe nerîtiyeke salane û hejmara alîkaran bêhtir bibe û berdewam çalakiyên rewşenbîrî yên Kurdî werin lidarxistin, çinku çand û huner samanê hemû netewe û miletan e û wan ji hevudin nêzîk dike, di dema ku bi hezaran hokarên jihevduriyê bandorê li van netewe û gelên hevpişk û cîran dikin.
Hêjayî gotinê ye ku ev festîval li sentera Mozayîk û Pirtûkxaneya Qudis hatibû lidarxistin, ev jî bû cihê spasî û rêzlêgirtina aliyên birêvebir û mêvanên festîvalê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…