Cegerxwîn (1903-1984)z

Birahîm Qasim

Berê em hikûmeteke cîhangîr bûn li dinya
Wer temaşa bike eywana Kesra, neqş û nîgar

Cegerxwîn, helbestvan û nivîskarê navûdeng yê kurd di sedsaliya 20an de, li seranserî Kurdistanê wekî helbestevanekî xame zêrîn hatiye naskirin, nemaze ku jiyana xwe di sedsaliya borî de derbas kiriye, serdemê guherînên mezin piştî şerê diwemîn yê cîhanê, ku van guherînan gelek bandor li naveroka helbestên wî kiriye, tevî ku ew jî di destpêka jiyana xwe de, wekî nifşên berê ketiye di bandora sofîgerî û oldariyê de, ku wekî rewşenbîrekî oldar bû, û ev yek xuya dibe di naveroka dîwana  ya binavê Xweşxan de, ku di sala 2016an de li Dihoka Başûrê Kurdistanê ji aliyê Weşanxaneya Nalbend ve hatiye çapkirin, bi berhevkirina Dirbas Mistefa û serastkirina Tehsîn Îbrahîm Doskî ve.

 

Xweşxan bi piranî ji helbest û tekstên olî û sofîgerî pêk hatiye, û diyar dibe ku Cegerxwîn di destpêka xwe de ketiye dibin bandora nivîsên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqê Teyran de:
Herçî me got ger wa bibî

Qelbê Cegerxwîn şa dibî

Mislî Kerîm Paşa dibî

Hetta bi roja saetê

Herweha helbestên xwe bi şêweyên klasîk li ser kêşesaz û newayan nivîsandiye lê naveroka wêjeya wî hestiyar bû, berbi romantîzma neteweyî ve diçû.

Berê em hikûmeteke cîhangîr bûn li dinya

Wer temaşa bike eywana Kesra, neqş û nîgar

Ew bi hestên mirovahiyê bawer e, herwiha di nav şêwaza romantîzimê de hestên mirovî nas dike, li vir em derd û xemgînî, êş û evînê di nivîsandina wî de bi awayekî xuya dibînin, ku li xwezayê vedigerin û hestên wî bi hestên subjektîv re derdikevin û ji ber ku pêvajoya afirîneriyê li ser bingeha xeyal û dildariyê ye, di berhevoka wî ya destpêkê de diyar dibe.

Lê pişt re ji encama têkiliya wî ya rewşenbîrî bi wêjeya cîhanî re hin guherîn ketin nav helbestên wî, ew berbi wêjeya rasteqîne ve çû û giha sosyalîzmê, banga wî bi taybet ji bo milet û civaka xwe berbi ramanên komunistiyê ve dibe û li dijî olperstî û sofîgerî, Feodalîzm û Burciwaziyê radiweste, herweha girtinheva di navbera sosyalîzm û împiryaliyê de gurr dikir.

Loma wî dît piştgiriya têkoşîna hemû miletên bindest li cîhanê û berbi rizgarî û azadiyê ve bibe, erkeke girîng e.

lê Cegerxwîn ji qalika xwe ya kurdayetiyê bi yekcarî derneket.

Ma tu Kurd û Kurdistan

Didî bi sed Hindistan

Ger tu bibî yazdê Gurd

Her tê bibê eman Kurd

Cegerxwîn rewşa civakî û siyasî dişopand û ew bandorek li edebiyata wî kir, nexasim piştî guherînên cîhanî û ruxandina hêvî û daxwazên gelê Kurd di hemû şoreş û serhildanên kurdî de, rewşeke aloz derkete holê û nexweştirîn rewş di dîroka kurdî de peyda bû, parçekirin û dabeşkirina welatê wî li ser netewên din bûn sedema êş, azarî, stem, kuştin, derbiderkirin, xemgînî û şîniya gel, ev hemû jî bûn name û sernavên beşeke mezin ji helbestên wî yên şoreşgerî û şîretvaniyê.

Bêje Kurdan tev de rabin em bira ne tev de mêr

Xwe di rexta de dipêçin sîne bidne ber gulla

Serbilind bimrin we yaxud serbixwe dê em bijîn

Hûn ji bo vê rojê zane heydê êrîş kes nema

Berhemên wî paqij û hêsan in, hişmendiya naverokê di nav nîgarên eşkere û rave yên jiyana rast a rojane de têne diyarkirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…