Nehro gotiye:Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Îngilîzî ji zimanê xwe pirtir zanim,çavên min tijî stêr dibin.
Di vê xeleka dawî de emê li ser du xalên din giring rawestin, ew herdu jî olî ne;.1- Qewlên ola Îslamî .2-Tefsîra Quranê .Wek em dizanin ko piraniya miletê Kurd jî mîna pir miletên din li cîhanê bûye bawemendê ola Îslamî,lê bi sed hezaran jî ji miletê Kurd li ser ola xwe ya resen û mak (Ezdahî) mane, me gelekî hêvî dikir ko Dr.Kamîran Bedirxan di rojnama xwe de li ser ola (Ezdahî ) jî rawestiya ,lê mixabin me nikanîbû mijarek tenha xwe jî li ser ola Kurdan ya dêrînî bidîta,em nizanin sedema vê kêmaniyê çî ye?
1-Emê bêjin medhê Resol 4-Em jî tebaya Ometê
2- Ya Reb hêviya me bike qebul 5-Mihemd şefîhê Ometê
3-Ko em di beşerê de nabin zelûl Hej. (24).
Qewil
1-Wey me çikir û me çi bi derda 5-Tirba min î nav tirban e
2-Zêrê zer bûn,me bi sifrê werda 6-Dilopek hatî ser çavan e
3- Me dinya girt û axret biderda 7-Hemî ji gunehê dê û bavan e
4-Xwelê li serê me û li kewna dinyayê Hej.(25).
Qewil
1-Hesen û Husên herdu çelebî ne 5-Herdu ewladê îmam Elî ne
2-Herdu sîwarên reş Erebî ne 6-Herdu ewladê Fatime nebî ne
3-Heru bi xençerê xerzanî 7-Herdem li meydanê sekinîne
4-Herdu bi şeş xanî Botanî 8-Hesen ban dikir Fatme dayê
…..)Hej.(29)
Lê sernivîser; Pêxemberê ola Îslamî Muhemed bi xwendevanên xwe dide nasîn , ew dinivîse: Pêxemberê me ! Rehmet û silava Xwedê lê bit,divê em
Her car adetên Pêxemberê xwe bînin pêş çavan û li gora taqeta xwe bidin pey adet û tevgerên mezin û qîmetgiran û herweha ew dinvîse:pêxemberê me ji paqijiyê hez dikir,ewî ji zarokan jî hez dikir,nemaze bala xwe dide sêwîyan,pêxemberê me ji gul û gulçîçekan û ji sihên daran hez dikir, Pêxemberê me ne dixwast rûyên derewkeran bibîne,pêxemberê me zêr û zîvê dinyayê heqîr didît Û. H.D.
Dr.Kamîran gelek Ayetên Quranê ji xwendevanên xwe re di van hejmarên Jêrîn de wergerandinê zimanê Kurdî:(Hejmarên;(56,59,61,63,64,66, 69),(70-71),(72).
Em li vir li gor wergerandina sernivîser çend nimûneyan diçespînin.
(Pêxemberê min li wan mêze bike, çawan ew derewan bi alî xwedê ve didin, ji xwe ev gunehê wan, hesî perîşaniya wan e. ) hej.(56) (soret El-nîs),ayet (49).
(Lê yên ko bawermend bûne û tiştên qenc pêkanîne ,emê wan bighînin buhuştên têr av û kanî û ew tê de her bimînin û di wan buhuştan da ji bona wan jinên paqij û delal wê peyda bibin û emê wan bighînin sihên teze û hênik .) hej.(56), (soret El nîsa), ayet (56).
(Goştê heywanên mirî, xwîna heywanên şerjêkirî ko rijîyaye,goştê beraz û goştê heywanên ko ne bi anîna navê Xweda,lê bi anîna navekî din hatine şerjêkirin û goştê heywanên xenqandî ji we ra heram e).hej.(63), soret Elma-îde,ayet( 4).
(Qabîl termê birayê xwe hilgirtibû pişta xwe û bê hiş digeriya,wê çaxê bi emrê Xweda du qiçik hatin pêşberê wî û bi hev re dest bi şerî kirin, gav
yek ji wan hat kuştin, qiçikê din bi nikil û perçikê xwe erd koland û qiçikê mirî tê de veşart. Gava Qabîl ev dît,dilê wî şewitî ,histêrên wê xwîn dibûn û çavên wî dirijiyan û wî digot:Xwelî li serê min be, hînga qiçkek ne bûma,ta ko birayê xwe veşêrim û cinayeta xwe binepînim.Qabîl poşman bû, kezeba wî şewitî.(hej.) (64) ,soret (Elma-îde),ayet. (34 ).
Paşgotin lêkolînê
Em li dawiyê dixwazin bi gihîştî rojnama (Roja Nû) bi çend nirînên kurt û li gor wê demê weha binerxînin: Em bawer dikin ko Kamîran Bedirxan bi tenha xwe (Roj Nû) derdixist, ewa di demeke hestyar de derdiçû,helwesta (Roja Nû) li hember siyaseta navdewletî baş diyar dibe,ew li dijî Naziyan û Faşîtan rawestiya ye, ewê rewşa gelê Kurdistanê jî baş bi xwendevanên xwe daye nasîn, herweha wêjeya Kurdî jî û nemaze zargotin di (Roja Nû) de bê par nemaye.Lê li aliyê din rojname bê kêmasî jî ne hatiye weşandin, eger em bi çavên zanista rojnamegeriyê (Roja Nû) binerxînin;bi rastî kêmasiyên wê jî pir in, 1-Nivîserên rojnamê pir hindik in.2- Gelek nûçe ne li gor zanist û pîvanên rojnamevaniyê hatine weşandin3-Di warî deranînê de jî û parvekirina mijarên wê de ne pir lihev in .
Lê em dîsan bê dudilî kanin bêjin: (Roja Nû) jî cihê xwe di pêşketina çapemenî û tevgera Kurdî de heye û dîroka rojnamegeriya Kurdî dewlemendtir kiriye.
Cihderên kêrhatî
————————–
1-Roja Nû(Xwedî û Gerînende :Mîr Dr.Kamîran Alî Bedirxan (72) hejmar,
(tenê beşa Kurdî)
2- Dr. Phil. HusênHebeş (Raperîna çanda Kurdî di kovara Hawarê de) , bi zimanê Kurdî, Bon 1996.Lêkolîn
3-Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo (Rola kovara Dengê Komkar di tevgera azadîxwaza Kurdistanê de) bi zimanê Rusî,Lênîngrad.1988.Lêkolîn
4-Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo (Kovar Çiya awêna çanda Kurdî li Ewropa 1965-1970 ) 2003 ,Almaniya , Lêkolîn.
Dr.Edîb Xedor (Nûçeya rojnamegeriyê) Sûriyê, bi zimanê Erebî, sal …?…..
Lêkolîn.
Dawîya lêkolînê
2.07.2022