Govenda rengan

Bavê Zozanê
Îro 23 yê Cotmeha 2022an û bi hatina Baraneke hûr re û bi pêrgîna lempe û çirayên zîz ve ez gihiştim pêşengeha hunermendê şiwêkar D.r Sêf Daûd li bajarê Mönchengladbacha Almanî ku bi rastî pêşengeh li cihekî  herî qeşengbû ,bexçekî  ewqas sipehî bû  cihekî wisa hêmen bû manendê xwedyê xwe bû ku wê şevê sax em ji dîtina wî(hevalê xwe  heja D.r Sêf Daûd) têr nebûn.
Pêşengeh ji xwe bi navê herikîna rengî hatibû nişankirin ku bi rastîjî ew daweta Melayê Cizîrî dema ku Sitya bisk kesk  di semayêde di keta destê Melêde min di Pêşengehê de dît:

 

Hate destê me di reqsê û digo bil ji Melê
Dest bi kes dî di semaya ku Melê tê nadim
Belê ew tabloyên rengereng hemiyan destê hev girtibûn dîlan û sema dikirin, her tabloyek bûkek bû û her bûkek eprî, ûçik û xiftanek bû  ku bi şêranî û dev li ken pêşwaziya mêvanên xwe dikirin.

Hunermendê şiwêkar D.r Sêf Daûd dikarîbû wan rengên biharî yên vekirî yên zelal  di tabloya xwede pêk bînê ku bira diherikî li ber çavê didevan.
Hunermendê şiwêkar D.r Sêf Daûd di çêkirin û avakirna tabloyê de wisa dibêje:
Dema ez dikim rajim tabloya spî ta ku dest bi çêkirina wê bikim ti tişt di serê min de nîne lê ji berxweve firçe tevlî rengan dibe,helbet kontrolek veşartî heye desetê min dilivîne , ewjî ewe ku çanda komkirî bi dehê salan di serê min de tevlî çanda dîtbarî dibe , wisa reng bi hevre hêviyên xwe pêktînin ta fermanên xweberî tên destê min ku bi tenha xwe radiwestê .

Helbet – D.r berdewam dike-ji xwe tektîkek gelemperî heye,dan û standinek heye , rêjîmek heye …Mebesta min ev reng hema wisa ne ji ber xweve tên ne ji serobinî tên ne ji tevlêhevbûnekê tên, dikarim bêjim ku çilo helbestvan dest bi hûnandina helbesta xwe dike ez jî wisa dest bi tabloya xwe dikim.

Naxwazim dirêj bikim vî karî ezê bihêlim ji hoste û siwarên şêwekariyêre.

Dikarim bêjim ku pêşengeh di astek bilin de bû , bejn û bala wê  wek ya xwediyê xwe  balabû, behsûd serkrftin bo kekê Sêf daûd.Rojên xweş katên xweş tabloyên xweş.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…