Belgehkirina binpêkirinên PKK li Kurdistana Sûrî di nava Pirtûkekê de

 

Soz Mihemed

Li Kurdistan Sûriyê belgekirina binpêkirinan nayê zanîn ji ber rêgirtina li hebûna rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl ji aliyê PKKê ve, ji ber vê yekê karê belgekirinê û tomarkirina bêtaran mijareke li ber çavaye û nabe bê girtin û dive di çapemeniyê de bên weşandin.
Bi zêdebûna berdewam a hejmara qurbaniyan û revandina zarokan ji aliyê pkkê ve, pêwîst bû ku rola rasteqîne ya belgekirina yasayî ya van binpêkirinan aktîv bibe, lewra çendîn rêkxistinên mafên mirovan hatin damezrandin ku di vî warî de kar dikin, lê karê wan dîsa lewaz e ji ber fişara pkkê û kefxwarina terror kirina andamê rêxistinan.

 

Ev Pirtûk a ku Nivîskar Mahir Hesen Çap kiriye, tê de hûrgiliyên herî biçûk ên damezrandina partiyeke siyasî bi mebesta balkişandina ciwanan ji bo xizmetkirina sîstema PKKê û bidestxistina armancên kesayetî.
Ji dema ku Ocalan reviya ji Tirkiyê dest bi organîzekirina çalakiyên xwe li hundirê kurdistana Surî kir û hewl da ku partiyeke siyasî tenê bi Kurdên Sûriyê re ava bike, çawa ku di pirtûkê de hatiye belege kirin ku efserekî Sûriyê ji Şaxa Îstixbaratê weke sekreterê partiyê hat destnîşankirin lê ev yek neçû serî.
Pirtûk wisa li ser geşbûna PKK bi lîstikên lawaz û diyar, herêmên Kurdan radest kir û bi hişê hogir û hevalbendê xwe yên ku nezanin li ser peywendiya wan bi rejîma faşîst re  dikene û dest bi operasyonên îşkence, destdirêjî, kuştin û sirgûnkirina siyasetmedaran kir. Her wiha têde hatiye nivîsandin li ser bac û periyên ku bi darê zorê ji  xelkê dihate standin bi armanca belavkirina terorê û berfirehkirina bingehên xwe yên girseyî li Kurdistana Sûrî piştî ku hema hema bi dawî bû. Di vê pirtûkê de belgeyên dîrokî li ser revandin, kuştin û girtina sivîlan heye, ji bilî belgekirina navên bi dehan zarokên biçûk ên dibin temenê 18 salî yên ku ji aliyê Konseya PKKê ve hatine revandin.
Di derbarê idiyolocî û diruşmên partiya nav bûrî de jî zelalkirin û hewldanek hatiye ku tiştekî ku kurdbûna herêmê nîşan dide tune ye û li ser bi kar anîna vê siyaseta plankirî têde hatiye teqes kirin.
Tevî vê yekê di destpêkirina desthilatdariya PKK li kurdistana Sûrî di dawiya sala 2011an de, şêweyên curbicur yên binpêkirinên ku ji aliyê dezgehên yên pkk ve li dijî miletê kurd pêk dihat, dest pê kir, û veguherî binpêkirinên ku bi şêweyekî sîstematîk têne kirin û bi fermana Konseya PKKê. bi taybetî piştî ku ENKS derbasî qonaxa navdewletî bû, ev yek jî ji bo PKKê buye cihê dilnexweşiyê ku veguherî şerê çekdarî yê navxweyî bike.
Ev pirtûk ku belgekirin, tomarkirin û arşîvkirina binpêkirinan bi awayekî rast bingeh a ku dadweriya veguhêz bi rast û durust dest pê bike tevî ku ne pirtûka yekeme, lê zanyarî ji devê kesên ku hatiye işkence kirin li ser destê PKKê hatine belege kirin, û li gorî dinyayê tevayî belege kirin nemaze prosedurên ku beşa yekem a dadweriya veguhêz, ku lêgerîna rastiyê û dadmendiyê, pêk tîne.
Ji encama Pirtûkê ku piroseya belgekirina binpêkirinan ewqas girîng e ku dikare wekî bingehek were ku dê pêvajoyên berpirsiyariyê yên pêşerojê li ser bêne avakirin û mijarên qanûnî û sivîl vegerînin rewşa wan a asayî, û paşê ber bi rewşeke nû ve biçin. ku dadmendî û wekheviyê ji bo hemû kurdan bê û sînorek ji bo kar û kiryarên PKKê bête danîn.

Armanca belgekirinê a vê pirtûkê ew e ku hurgulî, amûr û agahdariya ku em lê digerin diyar dike, û ji ber vê yekê dibe ku pirsa herî girîng ji bo her saziyekê ev e ku çima belge dikin û ji bo çi armancê ne?  Ji ber ku kêşeya belgekirinê ne pirseke teknîkî ye, lê ji nêzîk û bingehî ve girêdayî armanca saziyê û pênaseya wê û rola wê ye.

Di nava vê dîmena reş de, roleke girîng a Nivîskar û rewşenbîran dikarin bilîzin di tespîtkirin û belgekirina binpêkirinên ji encama siyaseta çewt a PKKê de, û piştgirîkirina hejar û belengazan, dadgehkirina sûcdarên van binpêkirinan û dadgehkirina wan.

Şêweyên parastina mafên mirovan cihêreng in û amûr jî ji hev cuda ne, lê gava yekem û ya herî girîng ji bo rawestandina binpêkirinan û sînorkirina wan, belgekirin û şopandine ku vegotina orîjînal a bûyerê li gorî radtiyê tête gotin. Tevî ku rastî nexweşî bê, an jî kê rasterast  di vê demê de bi axivê ji ber çend sedeman nekarî xwe bigihîne pirava rastiyê. Ya herî girîng ji van dibe ku kuştin an revandina xelkê bê sûnç , û dibe û buye qurban were nivîsandin û bi amûrên belgeyên cihêreng bête tomar kirin.
Belgekirina di vê Pirtûkê de pêvajoyek pir giringe, û bi pabendbûnek tund ji belgekirinê heye ku rêzê li qurbaniyan bigire û êşên ku bi wan re derbas bûne bi bîr bîne, ku bûne sedema encamên siyaseta PKKê ku wextekî pir bi zehmet derbas dibin.

Pêvajoya bibelgekirina rastiya mafên mirovan, di Pirtûkê de wek hewldanek e ji bo pirsîna binpêkeran, gihandina dadwerî ji bo xelkên li kurdistana Sûrî û pêkanîna dadmendiyê, her weha armanca belgekirinê teqeskirina rûdana şêwazên binpêkirinan e ji bo amadekirina eşkerekirina siyasetek bi zanebûn li pişt van binpêkirinan. ku teqes buye ku binpêkirin li çend deveran qewimîye ji aliyê PKKê ve û gelek caran dibe alîkar mîna dagîrkirina Efrînê û ji ber sedemek ne bûyerek veqetandî ye

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...