Di bîstemîn salvegera koçkirina helbestvanê nemir seydayê Tîrêj de, her wê bimîne çirayeke vîketî di dîroka wêjeya Kurdî de, ku ji xwe evan hozanvanên bi rûmet, zimanê me,wêjeya me,folklore me, serpêhatiyên me, şoreş û serwerên me , di wijdanê gelê Kurde parastin.
Bi navê yekîtiya giştî ya nivîskar û
rojnamevanên Kurd li Sûriyê em ser saxiyê ji malbata seydayê nemir Tîrêj
re dixwazin, her wiha jî Xudayê berz û gewre bihuşta xwey rengîn bike
par û pişka wî, wisa seyda bi dilovaniya xwe şabike, ku timî fîxana
Bilbilê xwey dil şad li nik hewdê sorgula di bin sîka dara (Sedret
elmuntiha)de bibhîze, pêre jî axaftina xwe bi ewî Qulingê ku ji refê
xwe dûrketî berdewam bikê.
Çar merc seydayê Tîrêj li ser nivîstokê di danîn ta ku wê wek helbestê bi nav bikê:
1-Ristin 2-Awaz 3-Qafiye 4- Naverok
Ji vêjî helbestên wî bi hesanî û xweşbûn dihatin awaz û belavkirin.
Hêjayî gotinêye ku nemir seydayê Tîrêj gelekî bi xursta welêt ve hatibû girêdan, ta navê çiyayê Kurdistanê li her sê dîwanê xwe kirbûn
1-Xelat 2- Zozan 3- Cûdî
Bawerim ku gerek baş li her çar parçê Kurdistanê kiribû,çûbû hemî deverên pîroz ji xaka welêt, Dicle û Ferat, çiyayê Barzan, gora Mem û Zînê, Birca belek, laleş û warê Siyamend û Xecê, û geleg deverên din.
Hevalên heja:
nemir seydayê Tîrêj mezin bû, û wê mezin bimîne,şevek yan simînarek bi tenê mafê Tirêj nadiyê de, emê hewl bidin ku vekolîn û serhevdeyên dûmahî di dermafê vî lehengî de pêkbînin.
Ku ji xwe armanca me wek yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê, danehev û parastin û komkirina berhemên niviskar û helbestvanên meye, wisa jî çapkirina pirtûk û dîwanan wan di pêşerojrke nêzîk de.
Silav bo giyanê nemir seydayê Tîrêj
Spas û silavên herî germ bo beşdarbûna we mêvanên hîja.
YNRKS
26.03.2022 Essen