Ez Û Alî Gurdilî Û Roja Felsefeya Kurdî

Konê Reş
  Ev nivîsa min ji berî çend salan ve ye. Ji dema ku mamoste Alî Gurdilî xwediyê malpera (Felsefevan), ji min xwest ez tiştekî li dor 9ê Adarê wek (Roja Felsefeya Kurdî), binivîsim.. Wê hingê çendî ponijîm, min nas nekir çima wî 9ê Adarê wek roja felsefeya Kurdî bijartiye?! Pêre pere jî, vê roja 9ê Adarê koça dawî a hunermendê kurd Mihemed Şêxo anî bîra min. yê ku ji berî 33 salan ve di 9ê Adara 1989an de li Qamişlo çûye ber dilovaniya Xwedê.

Wek ku diyar e, meha Adarê bi piraniya rojên xwe, bi bûyerên kurdewariyê, ji şîn û şadiyê ve neqişandiye. Di vê heyvê de jî, çerxa felekê bi gera xwe ya normal dizîvire.. Xwerist kirasê xwe yê bûkaniyê li xwe dike û xaka welatê me yê qedexe bi rengê kolkezêrîn (Keskesorê) tê xemilandin. Agirê Cejna Newrozê jî di 21ê wê de li ser çiya, zinar û girên welatê me belû û eşkere xuya dike.. Bav û kalên me jî ji bo vê rojê gotine: (Bist û yekê Adarê şev û roj hat qirarê).

  Ez jî, bi pêşniyar û bijartina mamoste Gurdilî ji bo vê rojê, kêfxweş bûm û min di dilê xwe de got: çima na.. 9ê Adarê jî rojek ji rojên destpêka biharê ye, xweş e ku ev roj û felsefeya kurdî bi hev ve bêne hunandin. Nexasim ku xwediyê bijartina vê rojê guhdana wî bi felsefeya cîhanî heye û bi hewildane ku bingehê felsedeya kurdî, li gor zanîn û serwextiya xwe belav bike. Çima em ê piştgiriya wî nekin û nav têde nedin? Çima emê rê nedinê ku felsefeya kurdî ji qirêj û gemarê daweşîne, pak û paqij bike û em pê re li felsefeya Cizîrî, Xanî, Hacî Qadirê Koyî, Goran, Bêkes, Mîr Celadet Bedirxan û Cegerxwîn vegerin, perpêl bikin û şanî hev bidin.. Û wek ku pêşiyên me gotine: (Nû hatin kevin xelatin), an (Li serê cara hêr hêr meke, tiştê bi te nexweş bi hevalê xwe meke). Û bi hezaran ji van gotinên huşmendî û aqilmendiyê ku bav û bapîrên me di nav xwe de afirandine û ji hev re gotine.
Felsefeya me, ya ku temenê wê li hezarê salan vedigere.. ji ber neguhdan, nenivîsandin û qedexebûna zimanê me ve, xelkê gelek jê kiriye ji milk û malê xwe, gelek jê winda bûye û yê mayî, di nav edebiyata devkî de hatiye parastin wek; gotinên pêşiyan, mamik, çîrokên ser zimanê teba (Rovî, Şêr, Gur, Dîk, Keftar, Hirç..), bê ku baş bêne nivîsandin û şirovekirin.. Û felsefeya Mîr Bedirxan, yê ku di heyamê xwe de gotiye: (Dîn, dîne Xwedê ye em tev birayên hev in). Û gelek nimûneyên din hene.
Jixwe pêşketina miletan bi bîr û baweriyên feylesof, huşmend û aqilmendên wê ye. Aqilmendî felsefe ye. Mirovê feylesof, aqilmend e. Ew e yê ku xweşî û geşiyê ji civaka xwe re dibijêre, di ber de xwe diwestîne, gazî û hawar dike ku civaka wî di rehetî û pêşketinê de bijî. Di vê biwarê de, ez spasiya mamoste Alî Gurdilî dikim ku wî ev barê giran hildaye ser milên xwe û ev deriyê nû şanî me daye.
Bav û kalên me jî ji mêj ve gotine: (Heçî berê gula zerê), ew gulek zer e. Xuya ye gula zer di nav me kurdan de ji tev gulên rengîn yên din biqîmetir e? Gelo ji ber ku rengê wê û rokê ji hev in?.
Not: Min ev gotin di sala 2016an de nivîsandiye. Min hinekî tiktikandiye.
Qamişlo, 5.03.2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...