Keçên jiyanê


 Dr.Xelîl Omar
Hîna navika Margerêt nehatibû birrîn, waqînî pêket û textor û nûrsan ew ji destekî dane destekî.
Di wê salê de û di wê rojê de û di wê seet û xulekê de, navika Morê bi meqesa malê hate birrîn û tevî ko wê di cih de kire waqînî, lê rebenê ma weke tejekî reş! Te dît xelkên Riwanda ji berê de ne takî berfên in.
Şînê jî di vê wextê û vê rojê de ji diya xwe re çêbû, lê demeke dirêj deng jê nehat! Gelo keçikê nexwest serên yên li dora xwe bêşîne? ..Gelo nexwest ko di malê de, bibe keça heftan? ..Gelo protesto kir ji bo dûrbûna bavê ji welêt? ..Gelo şermezar dikir ser, ko Zîna “mittirb”¹ jê re bûye pîrik? Gelo ..Gelo…
  Pîştî van mitalên vala û bêçare, Şînê biryar stend û dengekî bêkêr jê hat û hin bi hin reng lê vegeriya û bi sistayî destikê xwe bir ber bi devikê xwe, qey ta ew jî ji xwe re dinya gewrik bibîne!
– Dîsan keçike ne wisa? Xesiyê pirsî.
– Xulama te be, weke xezaleke werdî ye! Zînê bi kêf lê vegerand û du qerpalkên pak li keçika şemze pêça.
– Mizgîniyê bidin Hecî Reşo, herî ko bav li çol û pola ye! Xesiyê bi şermezayî got.
– Hemû dana Xwedê ye, çi keç çi kurr! “Nûrsê” baweriya xwe di vî warî de da û keçika wek lepekî da destên diya wê.
– navê wê bikim Gewrê! Dê bi dilgeşî got û keçik danî ser doşekê pî xwe.
– Navê wê tu dikî Gewrê, navê wê tu dikî Mewrê, ji min re weke hev e! ..Eva şîn, çê ye ko navê wê Şînê be! Xesiyê bême`dî xwe got.
– Belkî bibe sebeb û Kawa vegere û warên wan şîn bibe! Zînê hêvîkir û zîvirî ser jinika çillîn û jê re got: Hela bê tu tiliya xwe nake devê wê, bera keçik fêrî mijandinê bibe û tu jî hinek dimis û rûn buxe.
PIŞTΠ 7 SALAN
Margerêt li ber neynikeke mezin  hevde-hevde porê zer şkinî û hûna û çentekê pemba avêt ser pişta xwe, û di vê navê re Roz jê re sendewîşa “Hot-dog” pêçabû û çawa dê sendewîş danî ser mase, keça malê tê dahat û bibez berî da posta dibistanê.
*       *       *
Corc Hamilton li Riwanda raporteke dûdirêj amade dike û qet jibîr nekiriye ko telegramekê  ji keça xwe re bi rêke. Sibe 11 sebtember e, rojbûna Margerêtê ye û ma kullek di dilê wî de: Gelo wê Roz ji şêrîna ber dilê wî re “barbie”² kirȋbe? Naherê Roz tiştên wisa jibîrnake! Corc li xwe vegerand û ma mijûl ser roja sibe, dema ko raport û wêna wî di “Daily Mail”³ de, bê weşandin û xweziya wî ma bi wê wextê, gava ko Roz wêna wî şanî roniya çavên wî bike.
=
Morê, ne çente hebû, ne gore hebû, ne dibistan hebû, lê cengeke giran di navbera eşîra wê û eşîra Totsî de hebû. 11 sebtember e, Sebellî, li erdê pan bûye û ji pêvî xwînê û tivinga kelaşnikov û cendekên çend kuştiyan kesekî din li dora xwe nabîne! ..Mannê, Kêba, Sayko, Morê çi bi serê wan hatiye? Çi felek li wan geriya ye? Sebellî ji xwe pirsî û bi êş û nalîn, terrîşa serê xwe li birîna lingê xwe bada.
=
Şînê berdilka şîn li xwe kir û demeke dirêj li şeh geriya û bêxatir û maçîkirina dê, derî vekir û hêdî hêdî berî da mala Gulê.
=
Kawa ev dora heyşt salên wî ye, ko ji malê derketiye û bê deng e û bê xeber e! Hinek dibêjin ew di şerrê Libnanê de hate kuştin! Hinekî din digotin nedûre ko ew li “Israîl”-ê dîl bûye! Civatên pîrekan digotin: Heye tuneye, mêrik ji xwe jineke “Libnanî” aniye û guhê xwe ji gellek merselan dînc kiriye.
=
11 Simtember saet 11 û 11 xulek, namake şînesor bi pûl û bi mohr, kete destên Şînê
Mamoste name ji xwendevana xwe re xwend û xwend  û dawiyê gihîşt silavan ji bav û dê re û herwisa Safînaz û herşeş xibşên xezalan, yek bi yek û nav bi nav, lê mixabin tenê navê Şînê di nav navan de, ne şînkir û ne sorkir.

————————————————————
¹ Kesin, ne eşîrin û kurd bi çavekî kêm li wan dinerin.
² Bûka zaroka ye navdar e.
³ Rojnamak Barîtniye rojane ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Bi te bûme helbestvan
Bi hest û vîn û raman
Kevoka ber dilê min
Karxezala kurdistan
Tu pîrozî tu cejnî
Bi te şahî dibin can
Hemî cejnên buharê
Bi te dibin gulistan
Vîna min û te cejne
Avdar dibakê nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê sema û dîlan
Digel Reqsa botanî
Bi şêxanî bablekan
Bihna gula difûrê
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me…