Bazarên bajêr


Helbestvan:Elaedîn Mewle
Wergrandin:Bavê Zozanê

Li bazara Şînkayi yê
Qirş û giyayê hişk
Ji têr a kerê grdûnê yê eware  ketin

Li bazara Terziyan
Pakrewan tazî  di heriyê de hiştin

Li bazara Şoreşê
Bazirgan wek tirokerakan rêzkirîne
Heryek dora xwe dizanê

Li bazara Fêkî
Rokêtekê ,qûtî yan jî sindoqên bacan û sêfan..
Baqên bexdonisê û( barvan )  xwar

Li bazara Hozanvanan
Em şaş û matmayî man
Ku hinek bi dizî di pişt pencerê de li çemê xwînê seyir dikin

Li bazara Tevnetorê de
Hinek ,peyamekê ji pakrewan re rêdikin:Bi rastî ti miriyî?

Li bazara Ramanan
Bihna çermekî genî min dikir
Lê agir min ne didît

Li bazara Ragihandinê
Ava Aqil ji serêşoyê birrîn

Li bazara Heriyê
Dizoker  kon ji mişk û çetan re veda

Li bazara Ewrên cenga kor
Zarok mîna zixuran di çemê xwînê de gevizîn

Li bazara Hostan de
Cîhan  bi girî  û xemdarî diherife

 Li bazara Kurman
Mîriwên xwedî bawer ku: temen têkoşîna hebûnêye
Laşên wan xira dibe

 Li bazara Şêraniyê
Deriyan pencerên xwe girtin,agirê xweberiyê di binê wan ve derket

Li bazara Solên zarokan
Lingên wan hatin birrîn , hilma azadiyê di nêv tilikên wande sarbû

Li bazara pertal
Girgirokên tayê temen gevizandî  di  xwina pîrikan de ,gêr bûn

 Li bazara  Firoşgehan
Refên mêşên şîn xwîna hişk ji kuştiyên jibîrkirî, dimiştin

Li bazara çop-Gemara-ramanan
Min maskên rûgirtî yên xav ,ku agir ew dixwarin , dît

Li bazara Olan
Xapandin  di nirxê  mirov û bihiştê de  heye

Li bazara Goştfiroşan
Laşên mirovan dalaqandîye li ser ba û devê kêrê

Li bazara Nêçîrvanan li ser kendavê bayê
Nêçîrvanê xwînê, periyên bihuştê dîtin,dest bi gurandinê kir

Li bazara xwedayên sipartî xwînê
Şeytanê mezin bi pêşve dihat

Li bazara Sûrî
Hemî Kelupelên vê cîhanê peyda dibin,pêvî Azadiyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….