Daxuyanî ji herdu partiyên Yekîtî û Pêşverû di derbarê êrîşkirina Tirkiyê de

 

Şeva borî di / 19 – 20 / 11 / 2022an de careke din artêşa Tirkî poeresyoneke nû di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir di bin navê ( Kulabê şûr) de li seranserî herêmên Kobanî – Şehba û Til Rif`et – Dirbêsiyê – Dêrîk , di encamê de hejmarek pakrewan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn û binesaziya van herêman hilweşiyan.
Ev destwerdanên ku Tirkiyê dike armanc jê terorkirina welatiyan û peydakirina rewşeke ne aram di herêmê de , bi behaneya poeresyona terorî ya ku di kolana Teqsîmê de li Istenbûlê rûdaye.

 

Em di herdu partiyan de “Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê” (YEKÎTÎ) û “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” germtirîn sersaxiyan arasteyî xudiyên pakrewanan dikin û tîmarek lezgîn ji birîndaran re dixwazin , û em van kiryarên ku li dijî razûrewazên navdewletî yên ji aliyê hikometa Tirkiyê û binpêkirinên wan ji serweriya Sûriyê re şermezar dikin , herwiha em bang li civaka navdewletî dikin û di destpêka wan de Rûsiya û Amerîka yên ku lihevkirin û peymanên wan di derbarê Sûriyê de bi Tirkiyê re hene ji bo fişarê bikin da ku Tirkiyê êrîşên xwe li ser gelê kurd û li ser welatê me Sûriyê bi tevahî rawestîne.
Qamişlo / 20 / 11 / 2022

Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ)
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Ebdilmenan Şêxo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…