Eyneya welat


Gurkan Elhac

Em du şax in daye darek
Yek ziwa bû yê di şîn
Eynekî têde dibînim
Hişke şaxim bûye şîn

***
Mistekî axa welatî
Ser dirêjim sore xwîn
Parçekî qada mi pîroz
Cengewarim ser te dîn
Rojhilatî tu ji Wanî
Hesreta dil kirye hîn
Xoştirîn werzî ji salê
Tu Beharî reng û bîn
***
Kesera sed sal ji Bihrî
Ji ceger tê derbirîn
Şitlekî sorgul ji Şaxê
Tu şilêra ser nuxîn
Pirpizêkî daye zozan
Sosin û beybûn civîn
Sunbul û nirgiz bi çîmen
Pembe lal in bi hejîn
***
Dergehê rûh û giyanî
Melhema derd û birin
Darmedora te firişt in
Pirpirîk in bi firîn
Ser firişta xanedanî
ber te bejnê wa tewîn
xweştirîn werzî ji salê
Tu beharî reng û bîn
Dîlok:12.08.2015
https://www.facebook.com/Gurgan.Evde/posts

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….