Di destpêkê de, birêz Ebdulsemed Mehmûd û birêz Şemis xan bixêrhatina mêvanan kirin û paşî belgefilmek li ser jiyana xwedêjêrazî Prof. Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv û peyva birêz Nayif Cibîro cêgirê serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya hatin pêşkêşkirin, û bi rêya online peyva malbatê ji aliyê birêz Wezîr Kinyaz Mîrzoyêv “Qazaxistan”,
Kurtiyek li ser jiyana xwedêjêrazî Prof.Dr. Knyaz Îbrahîm Mîrzoyêv
(01.05.1947- 08.08.2021)
– Di sala 1947an de li Ermenistanê jidayîk bûye.
– Di sala 1970î de, bi astekî bilind dektora fîlolojiyê ji zankoya Xaçatûr Abovyan ya Ermenîstan wergirtiye.
– Di salên heftêyî û heştêyî yên sedsala borî de, bûye serokê Fakulteya Ziman û Edebiyata Azerî li Zanîngeha Yêrêvanê.
– Di sala 1990î de li zanîngeha Almatayê serokatiya Beşa Fîlolojiya Rojhilatî kiriye.
– Serokê Beşa Zimanên Navneteweyî li Zanîngeha Almatayê.
– Endamê Lijneya Akademiyên Qazaxistanê bû.
– Endamê lîse û enstîtuyên (Parîs, Berlîn, Bruksel û hwd.)
– Li (Almata, Moskova, Petersburg, Bakû, Yêrêvan, Tiflîs, Parîs, Berlîn, Amsterdam, Bruksel û Stenbolê) beşdarî konferansên teyorîk, zanistî bûye.
– Serokê Komela Kurdên Qazaxistanê – Berbang –
– Serokê Federasyona navnetewî ya Komelên kurdên Sovyeta berê (FNDK).
– Sernivîskarê Kovara Nûbar – Mijarên Wêjeyî
– Di sala 2010 de serokê Komara Qazaxistanê ew bi madalyaya zêrîn xelat kir.
– Di sala 2013an de bûye cîgirê serokê Komara Qazaxistanê.
– Gelek caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye
– Bi dehan pertûkên hene, ji wan:
– dîroka têkiliyên edebî yên azerî-kurdî
– Çavkaniyên dîrokî yên edebiyata kurdî
– Ansîklopediya Kurdan.
– Adetên netewî, girêdanên edebî û hwd
Mixabin di roja Yekşemî 08.08.2021ê de, li bajarê Almata yê Qazaxistanê di jiyê 74 saliya xwe de koça dawiyê kir û li goristana kurdan li Almata hat veşartin.
Komîteya çalakiyên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Qamişlo 08.08.2022