Dr. Mihemed Ebdo Elî (Rozad Elî)kurdekî ji hoza hesenî ye. Li navça Sûrmelî, li devera Qersê ku bi ser
Ermenistanê de bû dijiya. Şemo kurdekî pir perîşan bû, li ba xwenedanên Ermen û
Yûnanî şivantî dikir. Wî zarokên xwe di perîşanî û sêfîltiyeke pir giran de
mezin kirin. Piştî jina wî ya yekem mir, ji jina wî ya duyem Ereb biçûkê du kur û sê keçikan bû. Şemo û jina xwe zarokên xwe di
rewşeke pir xirab, di binê axuran û di nav kayê de mezin kirin. Ereb li sala
1897an ji dayîk bûye. Wî bi çûkanî û ta xortaniya xwe karên herî dijwar dikirin
û di jiyanek pir dijwar de mezin bû. Gava bû gênc şoreşa Bulşefîkan rabû û ew
jî tevlî refên wê bû, tê de kar û xebateke çalak kir û ta dawiya jiyana xwe jê
re dilsoz bû.
Ji dahênê wî: Şivanê Kurd- roman 1930. Jiyana şadewer- roman 1966. Nasikê Sexte- Şano 1930. Berbang- Roman 1958. Dumdim- Roman 1966. Pirsa Derebegîtiyê li nav kurdan- lêkolîn 1934. Pirtûkên Ereb Şemo bo gelek zimanan hatine wergerandin. Ji romanên wî ya navdartir û wek dayîka romangeriya kurdî tê dîtin “Şivanê Kurd” e. Ereb di romana xwe de, jiyan û serboriyên xwe ji dema zaroktiya xwe de û ta hilperîna şoreşa Oktoberê bi zimanê xwe yê kurdî û bi şêweyekî hunerî î xweşik tomar dike. Pişt re ew hatiye wergerandin zimanê rûsî û li sala 1935an li bajarê Teflîsê çap bûye. Paşê zaniyar û kurdnasê rûsî ê navdar Basîl Nîkîtîn ew wergerandiye zimanê firensî. Dûv re nemir Nûrdîn Zaza jî, ew bi zimanekî zelal û xweşik ji firensî kiriye kurdî û çap bûye. Bi rastî romana “Şivanê Kurd” ya Ereb Şemo, taca serê roman û nivîsên kurdî ye.







Şîrove (0)