Hevkariya partiyên kurdistanî yên Elmaniya (HEVKARî) piştgiriya biryara encamdana rêfrandumê ya ji bo serxwebûna Kurdistanê dike

Partiyên
siyasî yên Herêma kurdistana Federal di roja çarşemê, 07-06-2017, di civînekê
de bi amadebûn û serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê berêz Mesûd Berzanî, li
ser destnîşankirina rapirsina giştî (rêfrandom) ya derbarê sexwebûna kurdistanê,
ango ji Îraqê cudabûnê biryareke dîrokî standin û roja 25 Ilonêsebtember 2017
wek roja referandumê eşkere kirin. 
 Ev biryara û referanduma di heman demê de, safîkirina deverê veqetandî yên ku hetanî niha ne di bin desthilatariya Hukumata Herêmê da bûn jî, hildide nava vê çarçowa referandumê.
 
Em Hevkariya partiyên kurdistanê li Elmaniya-(HEVKARî) bi yekcarî piştgiriya vê biryara dîrokî ya partiyên siyasî ya ji bo encamdana rapirsiyê derbarê serxwebûna Kurdistanê û cudabûna wê ji Îraqê dikin. Em tekez dikin ku ev biryar pêngavek dîrokî ye, ber bi bidestxistina mafê çarenivîs yê gelê kurdistanê yên rewa diçe. Damezrandina dewleteke serbixwe wek tevaya gel û netewên cîhanê yên azadîxwaz mafekî siruştî û rewa ye. 
Em wek HEVKARî daxwaza piştgiriya vî mafê rewa ji bo Başûrê Kurdistanê ji tevaya gelê kurd û partiyên herçar parçeyên kurdistanê dikin. Heman demê de em bangî Cîvaka Navdewletî (NY) û tevaya hukumatên dewletên demokratîk dikin, ku piştgiriya vî mafê rewa ji bo gelê me yê Başûrê Kurdistanê bikin.   
Gelê kurd yek ji kevintirîn gelê navçeyê ye û xudanê roleke dîrokî ye di warê avakirina şaristaniya navçeyê û misogerkirina aştî û seqamgeriyê di navçeya rojhilata navîn de. Ji bo vê şaristanî û tevjîyanê bi hezaran pêşmerge şehîd daye hêjî dide. Di berxwedana ji bo azadî û serxwebûnê, ji bo jîyaneke wekhev gelê kurd tim û tim bi jenosid, komkujî, sergonkirin û birçûbûnê ve rûbirû maye. Îro jî bo azadiya xwe di çeperên dijberiya rêxistina DAIŞê ya terorîst, ya ku ji bo tevaya cîhanê û mîrovatiyê bûye gef û metirsiyeke mezin peşmergên Kurdistanê berxwe didin. Ev berxwedana ji bo tevaya cîhanê ye û hêjayî alîkariyeke mezin e.  
 
Herwiha, em wek Hevkariya partiyên kurdistanê li Elmaniya (HEVKARî), piştgiriya biryara partiyên siyasî ya ji bo dubare aktîvkirina parlemanê kurdistanê û çareseriya pirsgirêkên siyasî dikin, ji bo peydakirina zemînekî berfireh ji bo rêkeftina biryara niştimanî û terxankirina bizavên zêdetir ji bo başkirina rewşa jiyana xelkê kurdistanê û çareserkirina qeyrana abûrî ya fermanberên hikûmeta herêmê.
 
Di heman demê de, em supasiyeke bêsînor arasteyî pêşmergên qehreman dikin, ku ew li pêxema azadiyê û nexşîna sînorên kurdistanê bi xwîna xwe dikişînin û bi ked û xwîna hezaran şehîdan dane.  
Em gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê jî silav dikin û bi hêviya ku, roja 25 Ilonê 2017 bibe şahiyek niştimanî ji bo pêşî lê vebûna Kurdistaneke serbixwe, azad û demokratik.  Dubare, em tekez dikin, ku bimînin emek û wefadar ji gelê xwe re, ji şehîd û ji pêşmerge û ji malbatên şehîdan re û bi destekî kar bikin û hemû bizavên xwe terxan bikin ji bo serxistin û serkeftina vê pêngava pîroz. Em carek di ji bo vê biryara dîrokî ya biyekdengî tevaya partiyên xwe  û kêmneteweyên başdar pîroz dikin. 
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…