Jîyan bê serok dibe û xweş dimeşe

Hoşeng Osê
 
Ji durişmeyên PKKê û derûdorên wê ku di salvegera tawana girtin
û revandina birêz Öcalan 15.2.1999an de hildidin di xwepêşandanan de dibêjin:
“Jîyan bê serok nabe”. Çawa jîyan bê Öcalan – serok nabe?! Yên ku vê
durişmê dibêjin û dibare dikin, qey ji xwe napirsin; Jîyan ji sala 1999an û
virde çawa meşîya û bû?! Ne tenê wisa jî, hemû kesên ku vê durişmê dibêjin,
jîyana xwe yan pir xweş yan jî normal dijîn. Îcar ev çi xapandine dubare dikin “Jîyan bê serok
nabe”?! 
Helbete serbestberdana Öcalan mafeyeke rewaye û gerek hemû kes piştgirîya wê bike, lê ne bi şêweyê ku PKKê dixwaze li ser miletê kurd ferz bike. Herwisa ne weke ku PKKê Öcalan kirîye “Xwedê” bi mejîyên pûtperestan nêzîkî wî dibe, lê weke sîysetmedareke kurd yan serokeke kurdan ku gerek ne di zindanê de be. 
Dema ku Öcalan di navbera Sûrîyê û Lûbnanê diçû û dihat de 1980-1993an, jîyana wî di metirisîya kuştinê de bû û dema ku bi yekcarî li Şamê rûnişt 1994-1998 dîsa jîyana wî di nav metirsîyan de bû. Dewleta Tirkiyê di serdema hukûmeta Mesut Yılmaz – Tansu Çiller de, havîna sala 1996an, bi erebeyeke bombebarkirî xwest Öcalan li Şamê bikuje. Lê Öcalan “tesaduf” ji vê çalakîya soykastê filitî. Niha jî dewleta Tirkîyê gelek pere li parastina Öcalan xerc dike û kesek nizane bê hukûmetên Tirkîyê ji sala 1999an ta niha çiqas pere liser zindan û parastina Öcalan terxan û xerckirîye “mesrefkirîye”! Ango, jîyana Öcalan di zindana İmralı bi ewletire ku li Qendîlê be yan li Ewropa be yan jî vegere Şamê jî.
Öcalan dema ku li Şamê bû, derfet û fersend nedidît ji xwe re bixwîne. Her tim bi pewerdekirina kadroyan û karûbarên rêxistinê mijûl bû. Lê di van salên zindanê de, dehqatî salên xwe yên derveyî zindanê, pirtûk, kovar û rojname xwendin. Li gorî ku parêzerên Öcalan di sala 2010an de ji min re gotin; “ji sala 1999an ta 2010an de nêzî 2000 pirtûk û kovar xwendîye”. Dema mirov pirtûkên Öcalan yên ku di salên 80î û 90î nivîsandîye bi yên ku di zindana İmralı nivîsandîye bide ber hev û bipîve, dê ferq û cudahîyeke baş nas bike. ango, hinek tiştên “erênî” yên vê zindanê hene, yek ji wan ku “serok” valabû ji xwe re bixwîne.
Ji 1999an û virde Öcalan dikarî bêy “împeretorîya” PKKê û leşker û çek û ragihandina wê bijî yan na?! PKKê û derdorên wê ji sala 1999an virde dikarî bêyî Öcalan bijî yan na? Baş e, dema PKKê daxwza Öcalan were serbest berdan, gelo PKKê dikare jîyana wî biparêze?! Gelo dikare rewşeke bi ewletir ji zindana İmralı ji wî re peyda bike?! 
Dibe ku hinek “Apoçîyên” xwîngerm û sergerm û xwedîyê mejîyên dogmatik ji vê nivîsê têbighên ku ez lidijî azadîya Öcalan im û naxwazim camêr were serbest berdan. Ji ber ku ev kesên han bi dehan nivîsên min di rojnameyên ereb û kurdan de yen ku ez daxwaza azadîya Öcalan di wan de dikin ne xwendine. Lê mebesta min ji vê nivîsê ew e ku PKKê ka çi ji bo parastin û ewlebûna jîyana serokê xwe amadekirîye?! Ji ber ku hema sibe tirkan gotin; “Em ê Öcalan serbest berdin û êdî em ne berpisyarên parastina jîyana wî ne”, derbarê rewşeke wisa û ji nişka ve, ka PKKê çi amade û hazir kirîye!? Ez vê pirsê dikim ji ber ku ne Öcalan û ne jî PKKê ew seneryoyê ku ji sala 1998an de destpêkir û di 15.2.1999an de bi encam bû, ku PKKê û Öcalan navê wê kirine “komploya navnetewayî” herdû alî wê seneryoyê texmîn û gumanvdikirin û ji wê re plan amade nekirbûn. Tê bîra her kesî ku dema Öcalan hate girtin û revandin, çawa PKKê li bin guhê hev ket û di çi qûnaxê de derbasbû ta ku gihîşt “jîyan bê serok nabe”. 
Öcalan di gelek daxûyanîyên de dixwest tenê rewşa wî baş bibe. Başkirina rewşê jî dihat wateya ku çûnûhatin li cem wî peyda bibe û TV li ba wî hebe…hwd. Ango, ciwamêr ne digot; “Min serbest berdin”. Xweşkirin rewşa Öcalan li girtîgeha İmralı gelek caran di daxwûyanîyên PKK-KCKê de dihat dubare û sêbare û dehbare kirin. Kesek ji alîgirên tevgera “Apoçîya” ji xwe napirse: Çima?! 
Xwezîya ji mala Xwedê û mîrê kermê re min Öcalan îroj serbert û azad bidîta, ka helwêst û amadekarî û planên PKKê dê çawa bana?! Ji ber guman heye ku dema Öcalan ji zindana xwe derkeve (wey Xwedê bike îroj berî sibe be) û rewşa PKKê bibîne bê di nava çi tevlihevîyê de ye, belkî bêje: “Min vegerînin İmralı ji min re çêtire”. Ji ber ku, tekez, Öcalan û hevalên xwe dê lihevnekin û nakokîyên di navbera wan de dê biteqin û eşkere bibin. Tirsa min ji wê tirsê ye ku ew kesên dibêjin: “Jîyan bê serok nabe”, durişma xwe bighurin û bêjin: “Na bavo! Jîyan bê serok dibe û xweş dimeşe”.
——-
Jêder: rojnama Basnews

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rêxistina Jîyostratîcîk ya Civaka Sivîl a Kurdî vê bangewaziya lezgîn ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Hikûmeta Şamê, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û mirovî, her weha ji raya giştî ya Sûriyê, herêmî û cîhanê re dike, li ser rewşa mirovî ya dijwar a hezaran welatiyên Kurd ên ku piştî salan ji koçberiya bi zorê vegeriyane bajar…

EBDILBAQȊ ELȊ

Tişta ku roja Pêncşemê, 7ê Gulana 2026an, derbarê bûyera rakirina zimanê Kurdî ji pankarta nasandina Koșka Dadweriyê li Hesekê qewimî bû, ango bilindkirina tabloya binavkirinȇ ya bȇ zimanȇ kurdȋ li ser avahiya dadweriyȇ, û hin bertekên ku pê re hatin, ji xwepȇșandanȇn nerazȋbȗnȇn ku bi dirêjahiya çend rojan di navbera…

Welatê Me – Taybet

Zimanzan û nivîskarê Kurd Muhemed Ehmed Reşîd ragihand ku çapa duyem a berhema xwe ya ferhengî bi navê “Ferhenga Sobaro” derketiye ronahiyê. Ev ferheng, ku bi şêwazek taybet li gorî rêzbendî (serwayî/qafiyê) hatiye amadekirin, ji bo zimanzan, lêkolîner, helbestvan û hemû kesên ku bi zimanê…

Bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan em heweyên hêja vedixwînin bo ahenga îmzakirina du dîwanan yên:

Mamosta HAÇIM MOSA

Mamosta HIŞYARÊ EMERÊ LE,ÎLÊ

📅 Roja Şemiyê
06.06.2026

🕓 demjimêr 16:00

<p...