Ji Dîroka Çapemeniya Kurdî di Nav Kurdan de Mîr Sûreya Bedirxan û Rojnameya Kurdistan

Konê Reş
 
Wek ku min sozdaye we, ez ê her roj
kovarekê an rojnameyeke Bedirxaniyan ji bo we belav bikim û wiha ta ku em
bigihêjin rojnameya dayik (KURDISTAN).
Belê werin em îro, berê xwe bidin mîr Sûreya
Emîn Alî Bedirxan û rojnameya wî (Kurdistan), ewa ku wî di sala 1917an de li
Misrê, bajarê Qahîre bi zimanê kurdî û tirkî weşandiye. Wî jî bi weşandina vê
rojnameyê re, daye ser şopa herdu mamên xwe; mîr Miqdad Medehet û
Abdurehman Bedirxan. 
Hêjaye gotinê, ku mîr Sûreya Bedirxan birayê mîr Celadet û mîr Kamîran Bedirxan yê mezin e û rola wî di şanda Şerîf Paşa bo kongreyê (Sîverê) de, mezin bû û her wiha rola wî di avakirina komeleya Xoybûnê de jî ewa ku sala 1927an li Libnanê hatiye avakirin mezin bû..
 Kurdistan: Rojnameyeke kurdî û tirkî bû, cihê weşandina wê li Qahîre bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan (1938-1883), an Ehmed Sûreya Amîn Alî Bedirxan bû. Mîr Sûreya Bedirxan di sala 1938an de li Parîsê çûye ber dilovaniya Xwedê.
 
Qamişlo, 19.04.2017
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…