Helbest u pexşan

ŞAHÎVEJÎN E

Merwan
Berekat
 
Hembêza siruştê
Mişt e ji hilma gulan
Govend û semaya xweşhilmê
                 
Ji paşela deşt û newalan
Kulîlk mest in
Ji bihin û xunavê
Ji xwe xweştir e.. ezman
Gerden bi keskesor
                Û rîşiyên baranê
Sibehên dêmliken
Keçane û awirnaz in
pertavên rojê
              Şad, dîn û mest in            
Pêlvedana ramûsanan
Ger nêrgiz ji qurnefîlê
Gger beybûn ji bûkmezavê
                   Û ger lale ji zinaran
Di guhên çiyan de
Bîst û yek saz in
Ne tenê hechecok û bibil
               Ba û baweşîn xweş awaz in
Di dêmên kanî û çeman de
Kenê zelal bi pêl e
Semaya şaxên daran
              Ramûsana lêvên peravan
Li rebezên dêmşermok
Ne tenê geşdîmen
Bi bihuştê re dibêjin wêde
              Xemil û pêlvedana rengan
Seyrana ferişteyan
Ne li `Eden û Firdewsê
Îro Newroz e… Newroz
            Şahîvejîna Kurdistanê…..
 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…