Dewleta Kûr ya Cemîl Bayik (2-3)

Hoşeng OSÊ
 
Hevpeyvîna Chris Kutchera bi Öcalan re ku me behsa wêdi
xeleka borî de kiribû, helwêst û nerîna Öcalan derbarê rewş, rol, nêzîkatî û
kesartiya Bayik bi zelalî dide diyar kirin ku ji berê de Öcalan ji Bayik ne
razîye. Lê pirs xwe dide pêş ev e; çima û ji ber çi? Bersiva herî nêzîk ev e ku
Bayik pêştirîn kes e di serkirdatiya PKKê ku hempêş û “reqîbê” Öcalan e.
Di kongereya 2mîn ya PKKê ku di havîna 1982an de lidar ket û piştî ku Öcalan rikberiya Çetin Güngör (Semîr) dît, hayê Öcalan ji pêwistî û girîngiya ku ji dervayê saziyên partiye û di hundirê PKKê de divêt gurûpeke girêdayî xwe amade bike, çêbû. Jixwe Güngör ji damezrênerê PKKê bû û berpirsê rêxistina Ewropa yê PKKê bû û xwedî kesayetî û mejî bû, ta qûnaxa ku mirov dikare Güngör weke “Tiroteskiyê” PKKê binavbike. Di wê kongireyê de Öcalan dest bi avakirina dewleta xwe ya kûr kir û Bayik û Kalkan ji hîm û stûnên sereke yên vê “dewletê” bûn. Mirov dikare kuştin “tasfiye” kirina Semîr li Siwêdê sala 1984an weke gava yekem ya vê “dewletê” binirxîne.
Di kongreya 3mîn ya PKKê de ku sala 1986ê lidarket, Öcalan bingehên dewleta xwe ya kûr di hindirê rêxistinê de xurtir kir. Di kongreya 4mîn ku sala 1990î de lidarket, dîsa dewleta kûr a Öcalan xwe da pêş û trajîdiya Çetin Güngör di kesayetîya Mehmed Şener de dubare bû û Şener bû qurbaniyê vê “dewletê”! Hêjayî gotinê ye ku M. Şenerê di sala 1991ê li Qamişlo hate kuştin, destgirtîyê Sakine Cansız bû. Ji wê çaxê heta 2013ê Cansiz ji rêvebirina PKKê hatibû dûrxistin û marijînal kirin. Cansiz jî li Parîsê di sala 2013e de hate kuştin.
Bi kurtî be jî, mirov dikare bêje: ji sala 1982an û ta sala
2000î ve dem dema dewleta kûr a Öcalan bû. Di vê qûnaxê de gelek kadroyên pêşeng û xurt hatin kuştin û gelek kes ji “dewleta kûr” a Öcalan derketin û hinek kesên din ketin şûna wan.
Di sala 2004ê de pevçûn di navbera “dewleta kûr” a Öcalan û “dewleta kûr” a Bayik de rûda. Di vê pevçûnê de Bayik bi serket. Bi serokatiya: O. Öcalan, N. Taş, K. Yilmaz, X. Ataş… hwd ji endamên serkirdayetîya PKKê ku li ser “dewleta kûr” a Öcalan dihatin hesibandin, grûpeke mezin ji rêxistinê qut bû. Lê hinek ji “dewleta” Öcalan di PKKê de man, mînak; M. Karayilan. Weke ku min di xeleka yekê yan nivîsê de jî got; tevlî ku Karayilan serokê PKKê-KCKê bû, lê ji pişt perdeyê hemû tişt di destên Bayik de bûn. Û ji havîna 2013an û vir de piştî ku Bayik bi yek carî bû serokê rêxistinê, her ku çû “dewleta kûr” a Öcalan paş ve hat xistin û “dewleta kûr” a Bayik kete şûna wê. Di vê pêvajoyê de, mirov dikare bêje; “dewleta” Bayik bi kuştina yekemîn serokê PYDê Kemal Şahin sala 2005ê de dest bi çalakiyên tesfiyekirina rikberan kir û bi kuştina Kani Yilmaz di sebata 2006ê de dewam kir. Guman hene ku kuştina S. Cansiz jî xelekek ji xelekên çalakîyên “dewleta kûr” a Bayik be.
Tevlî ku serkêşê perçebûna herî mezin di PKKê de O. Öcalan bû, lê “dewleta kûr” a Bayik berê xwe da K. Yilmaz (Faysal Dunlayici). Tê gumankirin ku O. Öcalan bi rêya xuşka xwe Fatma Öcalan, xwe gihandiye birayê xwe A. Öcalan û xwe ji kuştin û tasfiyekirinê xelas kiriye. Ango eger ne A. Öcalan ba, dibe ku Bayik Osman Öcalan jî bikuşta.
Mixabin, di dîrok û ezmûna PKKê de hemû kesên dihatin kuştin û tesfiye kirin, PKKê ew bi vanê “tasfiyekar” didanasandin, ango, kujer navê xwe û navê karê xwe li qurbaniyê xwe dikir.
Ji salên 2001ê – 2002an û virde, di gelek daxûyaniyên ku bi rêya parêzerên xwe ve didan, Öcalan bang li dewlet Tirkiyê û hikûmeta AKPê dikir ku leztirîn dem pirsa kurdî bi şêwe û rêbazên aştîyane çareser bike berî ku PKKê ji binê kontrola wî derkeve û têkeve binê kontrola hêzên herêmî ve. Dema ku Öcalan ev hişyarî didan û projeyên çareserîya aştîyane pêşniyaz dikirin, herwisa rexneyên tund li “Qandîlê” dikir. Öcalan tim gazin ji hevalên xwe dikir ku “wî fêm nakin.” Jixwe berî ku were girtin û revandin, Öcalan tim û tim hevalên xwe yên di komîta navendî ya PKKê gelek kêmî xwe didît û bi tundî ew rexne dikirin, hetta ew didan ber dijûnan! Lê dîsan, dewlet û hikumetê bi ya Öcalan
nekir. Niha jî hişyarîyên wî di cih de derketin.
Eger mirov van 16-17 salên dawî ji ezmûna A. Öcalan binirxîne dê bi hêsanî têbigihêje ku ew êdî alîgirê çareserîyê ye. Jiber ku Öcalan xwe ji tirkan re gelekî daxist û ji gelek armanc, druşm û daxwaz û pirensîpên ku PKKê liser hatibûn avakirin, daket. Lê ne Enqere ne jî Qandîl bi Öcalan re alîkar bûn. Öcalan 16-17 salên dawî de, bêtir nêzîkî Enqere û AKPê ye û her ku diçe sarbûn û nakokî di navbera Imrali û Qendîlê de bêhtir dibe. Ji derve û di şikil de Öcalan û Qendîl gelek lihev in, lê teqez, rastî ne wisa ye. Herdû alî jî li xwe mikur nayên û vê rastiyê nabêjin. Jiber ku eger bêjin, tê wateya ku PKKê êdî bûye ya Bayik û nema ya Öcalan e.
Bi gotineke din: Ne Öcalan lixwe mikur tê û dibêje; “PKKê ji destên min çû”. Ne jî Qendîl û Bayik dibêjin: “Öcalanê niha ne yê berê ye. Lê Öcalanê dewlet û AKPê ye.”
————–
jêder: Heftenameya rojnama “Basnews” (BasNûçe) – hijmara 5ê – 30/1-5/2/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…