Jimara sifir ya rojanameya Xelat bi zarava kurmancî latînî li Suleymaniyê derçû

 

Dilşa Yûsûf

Rojnameya Xelat ku bi awayê kaxizî tê çapkirin û ji 36 rûpelan pêktê, jimareya xwe ya sifir li Suleymaniyê,  paytexta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê di 27heyva eylûlê 2023 yan de weşand.
Rojnama Xelat bi dîzayneke ciwan û rengareng hatiye çapkirin,  gelek gotar, babet, rîportac û agahiyên giring  ji  her çar perçên Kurdistanê û ji diyasporayê di nav xwede hildigre.

Rojname bi piştgîriya Mekteba Ragihandinê ya Yekîtî Niîtimanî Kurdistan çap û amede dibe,  ji bo xizmetkirina zarava kurmancî û wke xelat ji bo hemû kurdan li sertaserî cîhanî.
Rojnama Xelat bangeheştî hemî nivîskar, wêjevan , wergêr, hunermend û rojnamevanên kurd dike ku  rojnamê bi babet û berhemên xwe zengîn bikin û pê par nehêlin.
Hûn dikarin babetên xwe li ser vê navnîşanê bişînin:
Email: xelatkurmanci@hotmail.com
www.xelat.org
Ji bo xwendina jimara sifir, vî linkî bitikîne:
file:///C:/Users/Sony/Desktop/XELAT-0-CHAP-252525252525.pdf

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….

Hozanê Girkundê

Ya ku bi hûçikên dilê min girt û derbasî
Hicreya hestên xwe kir tu bû
Ya ku min fêrî noşandina meyê kir
Li sikakên serxweşyê
Giyan ji sînga min revand dîsa tu bû
Ya ku min li bin barana
Bendemamê dihişt û kincên
Xeyala te li xwe dikir erê tu bû
Ya ku girî di çavên min de
Gêj dikir
Û mîna balindekî basik…

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…

Qamişlo – 24.07.2026 Desteya Birêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê roja Înê, 24ê Tîrmeha 2026an, li navenda yekîtiyê ya li Qamişlo civata xwe ya pêşîn piştî Kongira Çaranan, bi amadebûna hemû endamên desteyê, lidarxist.

Civat bi xuleyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şehîdên pênûsa azad dest pê kir. Piştre mamoste Ebdulhekîm Muhemed,…