Zanîngeha Rojava û Tezeke Nû li Dor Berhemên Min

 

Konê Reş

Berî 4 salan Semîra Mistefa qutabiya (Zanîngeha Rojava/ Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî), teza xwe li dor min bi navê: (Min Konê Reş Evîndarekî Welat Dît), pêşkêşî mamosteyên xwe di Zanîngehê de kir û bi pileyeke baş teza wê hat pejirandin. Sala derbasbûyî 2022, Sîlva Şêxê jî ev teza xwe bi navê: (Çîroka Nivîskarekî Ziman û Çanda Kurdî; Konê Reş), ji zanîngehên Zanîngehê re pêşkêş kir, teza wê jî bi pileyek zor baş hat pejirandin.
Sîlva Şêxê jî di pêşgotina teza xwe de wiha dibêje:
(..Kêfxweş dibim ku min karîbû çîroka nivîskar, helbestvan û heskerekî ziman û çanda kurdî bi xwendekaran bidim nasîn. Herwiha di riya hevpeyvîn, çavpêketin û xwendina pirtûkên nivîskar û helbestvan (Konê Reş) re, evê ku xema wî her dem di xizmeta Kurd û Kurdistanê deye, min keda wî, di riya nivîs û helbesên wî de bi we daye naskirin. Konê Reş; ev ê ku bi hewildan û berdewamiya xwe a dor 40 salî xizmeta ziman û çanda gelê xwe kiriye û dike..

 

Min ew, ji nivîskarên pêşeng, piştî nivîskarên HAWARê dît.. Ew ên ku bi kurdiya latînî di kovara Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêr de dinivîsandin wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û yên mayî, ez wî di pey wan re dibînim..). Sîlva Şêxê/ Qamişlo
Hêja ye gotinê ku, rêveberiya Zanîngeha Rojava li Qamişlo tekezkirina xwe bo teza wê wiha diyar kiriye: (Em tekez dikin ku projeya nîşankirî ya bi navê: (ÇÎROKA NIVÎSKAREKÎ ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ; KONÊ REŞ), ku ji hêla xwendekar (Sîlva Şêxê) ve hatiye amade kirin, bi şêwirmendiya Menan Cafer hatiye erê kirin, li Zanîngeha Rojava/ Qamişlo, di beşê Ziman û Wêjeya Kurdî de, fakulteya Wêje û Zanistên Civakî û şêwirmendî û îmzekirina van mamostayên zanîngehê: Menan Cafer, Merwa Îlyas û Fehîm Melek.. 2022).
Ez jî, ji dil û can spasiya Zanîngeha Rojava/ beşê Ziman û Wêjeya Kurdî û mamosteyên wî dikim, herweha spasiya qutabiya hêja Sîlva Şêxê dikim û rojên xweş bo wê hêvî dikim.
Qamişlo 8/3/2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…