Ahenga danasîna Komeleya Kurdî-Elmanî û Salvegera Rêfrandoma Kutrdistanê

Roja înê 22.09.2023 li bajarê Şilêswîg (Schleswig-Flensburg) bi ahengeka balkêş û pir hêja Komeleya Kurdî-Elmanî (Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.) ahenga danasîna Komeleyê lidar xist.
Aheng demjimêr 17:00 dest pê kir, bi amadebûna Birêveberê Fermanberiya Penaber û Koçberan birêz Nîls Vînkê (Nils Wienke) û nûnerê Birêveberê Şaredariya bajarê Şilêswîg rêzdar Vogt(Herr Vogt) û nûnerê Partiya Kêmnetew ya Danîmarkî (SSW) rêzdar Prêbên Mogênsên (Preben Mogensen) û Endamê parlemanê Herêma Kurdistanê rêzdar Idrîs Ismayîl û hejmareka kesayetiyên bajêr ji Kurd û Elmanan amade bûn.
Birêvebera bernameya ahengê birêz Sûzanê Hayland (Susane Heiland)
bixêrhatina mêvanan kir, di pey re derfet da nûnerê Partiya SSW çimkî
aheng li baregehê wan pêk hatibû, di pey re rêzdar Nîls Vînkê birêveberê
fermanberiya penaber û koçberan gotina xwe xwend û di pey re endamê
parlemanê Kurdistanê rêzdar Idrîs Ismaîl gotina xwe xwewnd û di pey re
rêzdar Amed Doskî serokê komeleyê li ser rewşa Kurdistanê bi giştî û bi
taybetî herêma Kurdistanê û salvegera şeşemîn ya rêfrandomê axivî..
Piştî gotaran Kurtefilmek li ser ciyopolîtîka Kurdistanê,
kurtefilmek
li ser sirişt û bajarên Kurdistanê hate pêşkêşkirin.. Hem jî hin
çalakiyên komeleyê ko berî nuha pê rabibû û di ragehandinê de belav
bibûn ew jî ji bo amadebûyan diyarkirin.
Aheng bi stran û govendên Kurdî bi beşdarbûna amadebûyan (Kurd û Elman) bidawî bû..

Beşê Ragehandinê
Komeleya Kurdî-Elmanî
Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...