Nûçe

Rêxistina Helebê ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê hevdîtinek rêzanî li darxist

Di êvara roja Şemiyê / 4 / 11 / 2023an de Rêxistina Helebê ya “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” hevdîtinek rêzanî li Parêzgeha Helebê – Taxa Şêx meqsûd li darxist.
Di hevdîtinê de hejmarek ji partiyên siyasî û komeleyên rewşenbîrî , civakî û xizmetgûzarî , herwiha hejmarek ji kesayetiyên welatparêz û niştimanperwer beşdar bûn.
Di destpêkê de heval Hişmend Şêxo Endamê Komîta Navendî ya partiya me xêrhatina şandên partiyên siyasî , kesayetiyên welatparêz û tevahî beşdaran kir. Hevdîtinê bi xulekek bêdeng li ser giyanê mamoste Ebdilhemîd Derwîş û hemû Pakrewanên Kurdistan û Sûriyê dest bi karê xwe kir ,
û piştre mamoste Ehmed Silêman Endamê desteya rêvebir di nivîsgeha rêzanî ya partiya me de dest bi rêvebirina wê hevdîtinê kir û bi dirêjahî li rewşa Sûrî û rewşa kurdî şirove kir  û li ser rawestiya , herwiha daxwaz kir ku hêzên siyasî yên Sûrî bi rola xwe rabin û lêgerînên pêwîst bikin da ku bighên diyalogek Sûrî – Sûrî ji ber ku asoyên çareseriyê yên navdewletî hatiye xetimandin bi sedema tunebûna tu lihevkirineke navdewletî di derbarê çareseriya qeyrana Sûrî de , û herwiha balkişand ser rola neyênî yên hêzên herêmî û destwerdanên wan di mijara Sûrî de.
Di dawiyê de hevalê Ehmed bersiva pirsên beşdaran kir û heval Hişmend Şêxo spasiya beşdaran kir û hevdîtin bi dawî kir.

5 / 11 / 2023 Z – 2635 K

Rêxistina Helebê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…