Helbest u pexşan

Gulberoyên baxên Sîmiran. ( 40. sal enfal û birîn hîn jî vêketî ye ..?!!! )


Mizgîn Hesko
    
Vê gavê…
Û kezebên sohtî û birînên hîn jî vêketî
Govanên şikestina dilkên asoyê ne…!

Dayikên….
Çav li rê …
Û rondikan…
Rêçikên zuha
Di rûyên vemirî de
Xêzkiribûn.

Gulberoyên spêdeyên tîrmehê
Ey dilên zîz…
Dilên ji giriyanê
        Ji westanê
        Û ji bendemanê…
Herî, herî zîz….!

Ey…
Destên li ber hilma qehweya Kalo û sirûdan
Heşîn hatî…
Bişkojên ji kum û kolozên berxwedanê
Derçûyî…?

Ey….
Pêdraiya li ber bîna qelûneke bi tûtina êşê dagirtî
Heşîn hatî…?!
Erê…
Ne qelûn vedimirî
Û ne jî arê di sîngê bazê çiyê de..!

Erê…
Û ne jî çavên hîn jî li rê
Radestî vemirîna baxên xwe dibin…!

Vê gavê….
Destên bi xwêsiya demê
            Bi dilopên xwînê
            Û bi firmêskên nedîtber
            Avdayî…

Û gulberoyên payebilind
Û ji şanên xwe
Xuricî…!
Bi hezaran çirawîskên
Ji baxên hêviyê
Hilweşiyayî…

Ha li wan kenarên bi remedêlkê
Dagirtî….
Û li ser pêlava mendalekî tozgirtî
Şûna gernijîneke winda
Hîn….
Bang û olan dide.

Ji nav qelşên pêlava zarokekî bê nav
Her tîrmeh
Gulberojek….
Li navê heyîna xwe digere…?!

Spêde baş
Ey gulberoja sersem û bêcir
Ey gulberoja baxê Sîmiran…!!!!!

31. Tîrmeha 2023.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…