Ehmedê Huseynîehmedehuseyni@live.co.uk
Yûsiv Brodiskî (Joseph Brodsky) helbestvan û rewşenbîrekî mezin ê Rûsyayê ye. Bi zimanê rûsî dest bi nivîsandina helbestan dike. Di sala 1972ê de koçberî Emerîkayê kirin. Piştî mayîna Brodiskî ya li Emerîkayê, bi zimanê ingilîzî dest bi nivîsandina helbestan kir.
Çunkî Brodiskî helbestvanekî xawen behremendî û qabileyet bû, ji boyî wî, madem hêza derbirînê heye, çi ziman be bila bibe, dikare xwe pê derbibire. Em ji bîr nekin ku Brodikî bi zimanê dayika xwe perwerde bûbû, hestên wî, hizir û boçûnên wî, têramandin û bîrên wî bi zimanê rûsî hatibûn damezirandin. Lê sir û razên vê derbirînê li ku ne? Nivîskarê ku bi rastî nivîskar be, ji alî derûnî û giyanî ve nivîskarekî rasteqîn e be, di çi zimanî de be, ger hînî wî zimanî bibe, dê bikaribe heman afirandinê bike.
Ango, ger em Helîm Yûsiv bavêjin hundirê kîjan zimanî, piştî ku fêrî wî zimanî bibe, dê bi wî zimanî, bi heman astê binivîsîne. Wisa bawer im ku piştî çend salan dê Helîm Yûsiv dest bi elmanî jî bike..
Li vir, pêwist e em xalên hevbeş û yên dijber di navbera Brodiskî û Yûsiv de destnîşan bikin, çunkî ev xal bi xwe dê alîkariya me ya têgihiştina bareya keysebaziyê bike:
– Brodiskî bi rûsî, zimanê dayikê, xwendibû lê Helîm Yûsiv bi erebî ku ne zimanê dayikê ye.
– Brodiskî ji zimanê dayikê ku, zimanê hest û nest û têkperîn û hers û hizirîn û hişmendî û perwerdeyî ye, diçe nivîsandina bi zimanekî din ku, bi salan ji nû ve fêr dibe û ji nû ve werdigire. Lê Helîm Yûsiv ji zimanekî din ku yê dibistan û hînbûn û perwerdeyiyê ye vedigere zimanê dayikê yê ku ji kolan û ji malbatê wergirtiye.
– Di zimanên nû de, herdû jî asta xwe ya afirandinê diparêzin.
– xala bingehîn a hevbeş a di navbera wan de ya ku, di nivîsandina wan de, rê nade lerizandin û têkçûnê, bê guman, behremendî û qabileyet û rasteqîniya nasnameya nivîsandinê ya wan e.
wek nimûne, bi tirkî, kovar û rojnameyan, çîrok û helbest û romanan, malper û agahiyan, nûçe û rûdanan, lêkolîn û jînenîgariyan dixwînin û demên xwe yên herî dirêj jî li ber televizyonên tirkan diqedînin. Ango hemî jiyana wan a ragihandin, zanîn, hişyarî û têgihiştinê bi tirkî ye, lê tenê dîsa jî tenê dikarin bi kurdî binivîsînin. Li tenişta wê nivîsandina bi kurdî jî, têdikoşin, hewl didin ku berhemên wan ên bi kurdî wergerin tirkî.
Dema ku ew berhemên wan jî werdigerin tirkî, erebî, farisî jî, di çarçeweya asta hunerî û fantazî û teknîkî de- ger em behsa naverokan nekirn- ya wêjeya wan zimanan de, berhema wergerandî ya ji kurdî, cihê xwe di pileya herî dawîn de dibîne, ji bilî kurdan û çend xwendevanên bi awayekî hestyarane pişgiriya kurdan dikin, ti kes wan berheman naxwîne.
Pirsa herî tirsnak li vir e: Çima piraniya nivîskar û rojnamevanên kurmanciyê, tenê, dikarin bi kurdî binivîsînin?
Çawan nivîskarekî kurd, ku tirkiya wî ji kurdiya wî baştir, dewlemndtir û berfirehtir e, nikare bi tirkî çîrokekê, ne di asta tirkekî çîroknivîs de, lê di asta kurdekî tirkînivîs de, binivîsîne. Heman nivîskar têdikoşe ku çîrok an romanên wî bibin tirkî, di gel ku ew jî bi qasî wergêrên xwe tirkî dizanin?
Berdewam dike
London

Şîrove (0)