Dı navbera Xemgîn û Arşev de

  ÎSA OSKAN
 
berî her tiştî, dixwazim bêjim,ku ez ne nivîskarim, hewildanên min di nivîsandinê de hene, lê ez ji xwe re dinivisînim yanî min tiştek belav
nekiriye, lê wek xwendevanekî,ez pirtûkên nivîskara û tiştên li ser malperan tên weşandin, ez dixwînim
di meha avdarê de, min nivîsandineke xemgînê REMO ,li ser malpera

welatê me xwend, ewa ku li arşevê OSKAN , vegerandibû, û behsa govara ZEVÎ , kiribû, ku me çawa dest bi derxistina wê kiribû
 xemgîn rast gotibû, di destpêkê de min û wî lihev kir, ku em govarekê biweşînin, û dawî me doz li arşev kir ku bê bi me re kar bike, û gerek wê çaxê, min jî ji aliyê xwe de, ev rastî, yan jî ev daxuyanî weşandiba, lê ji ber ku bûyerek bi min re çêbibû, li welatê Siûdîyê, li cihê ku ez niha lê kar dikim, min nikarîbû ev rastî biweşanda .
piştî sê çar rojan, min dît ku arşev jî li xemgîn vegerand, û nedixwest bibêje ku me çawa dest bi derxistina govarê kir, îca behsa mesrûfê û pera dikir, ku xemgîn tiştek ji bêrîka xwe lê serif nekiribû, mîna ku arşev lê serif kiribe, lê ezê niha ji arşev û xwendevana re bêjim, ku pel û hibir û kompiyûter hemî ji ba min bûn, û piştî ku xemgîn ji hijmara duda, dest ji govarê kişand, ji hijmara yekê heta ya heftan, min bi tenê mesrûf dida, lê hijmara 5 û 6 ya mşterk arşev mesrofa wê da û pişti wê gerek mîdas hijmara 7 bida lê mîdas ji dest wi nehat ez ji şamê vegeryam û min pel û hibir anîn û arşev çapkir di wê weqtê de arşev xwest go min durbixe û bi xwe bimîne .
 
Kesê go vê rastiyê zanin  
Wek mamoste ciwanê EBDAL û mamoste  salihê HEYDO , vî tiştî zanin, jiber evkesanan roj bi roj bi mere bûn,  
 
 
erê ez jî dibêjim (kesê nivîskar berî her tiştî divê ku rastgo be û keda hevalê xwe wenda neke) bi rastî jî herdu hijmarên pêşî, xemgîn berhemê wan kom dikir û min jî li kompiyûter didan, û navlêkirina govarê jî
, xemgîn nav lêkir ZEVÎ, lê arşev di ROJ TV ê û rojnameyekê ku li silêmanîyê hevpeyvîn pê re kiribûn, xwe dikir xwediyê govarê, û ez û xemgîn kiribûn karker ku me li ba wî kar dikir !! tevî ku em yên destpêkê bûn û fikra govarê ne ya wî bû .       
 
http://www.welateme.info/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2062
 
http://www.welateme.info/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2060
 
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=664

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…