pêkenokek ji ofîsa min

Dr. Alan Kikani

Berî du salan rojekê Dengbêj Baqî  Xido yê rehmetî  hat Ofîsa min, nexweş bû, piştî min ew dît û dermanê wî dayê. Min jêre got apê Baqî, bila xêra te be ka tu ji biraziyê xwe ra tiştekî bêje ku ez hinekî  pê bikenim. Ji min re got:

 „Berî pêncî sal ez rojekê çûm bajarê Riha yê, ez li Ordiyê li Seyare yê siwar bûm û me riya Riha yê girt û em di çûn.
Îcar ji kortifaqiyê re bi rê de pîreka heftê salî jî siwar bû, hat li kêleka min rûnişt. Ajovan jî kaseta min avêt Teyîbê û deng hilda.

Îcar ew ê pîra ku min nas nedikir, min dît ew pêra girya û got: “Ez qurbana te bim Baqî, xweziya berî ku ez bimrim min carekî te bidîta.

Min jêra got, pîrê eger ku tu niha Baqî bibînî gelo tu wî nas dikî ?

-Pîrê got kurê min ma ez ê çawa nas bikim. Min caran ew neditiye ku ez nas bikim!

Min jêre got anê Baqî ez im.

-Pîrê got na tu heneka dikî.

Min got anê bi Xwedê Baqî ez im.

-Min dît pîrê baş li min meze kir û got: Tifoooo li te be… Xweziya min tim dengê te bibihîsta, lê ticarê te nedîta. Welahî min digot qey niha Baqî zilamekî çiqas xweşik û bedew e, lê min rebena Xwedê nizanibû ev qirdikê hane!…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Navenda Barzanî ya Rewşenbîrî li Hanoverê
Ji bo Serok Nêçîrvan Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê û mirovekî xwedî erkê neteweyî…

Em bi tundî êrîşên terorîstî yên ku ji aliyê hêmanên neqanûnî ve li dijî cihê we yê li Duhokê, baregeha Pêşmerge û cihê serokatiya Kurd, Serok Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê, pêk tên, şermezar…

Em wek sê partiyên Kurdistanî (PSK, PDPK-S û PYDK-S), di roja 28ê Avdarê 2026an de li derveyî welat civiyan û bi hevra rewşa Kurdistanê û Rojhilata Navîn berfireh nirxandin. Me xwest ku vê daxuyaniyê ji bo raya giştî re belav bikin.

Wek tê zanîn, demek berê 6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatin ba hev û di nav…

Çîrok: Mihemedxêr Umer

Werger: Fewaz Ebdê

Hecî Dawûd, xwedî rûberin fereh ji zeviyên çandiniyê ye, bi qencî di herêmê de deng daye û hatiye naskirin, û hezkirina wî cihê xwe di dilê me de girtibû. Wî mala xwe ya kevn bi hewşa fereh re, kir depoya berhemên xwe û hinek alavên…

Mizgîn Hesko

Bi tenê
Di Derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng…!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez…
Helawistî dimînim…!
Û dil…
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest…!
Çi raz e…?
Çi huner û fîlbaz e…?
Spêdeyan…
Dilkê dil ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê…
Ber bi xwe ve dibe…?!
Çi raz…
Çi ristesaz û rewannaz e…?
Hiş wêran dike û dergehê rewanbêjiyê
Bi…