Qado ŞêrînSerokê Sûriyê Beşar El Esed her ji du rojan dê derdikeve ser pişta medya welatekî û di derbarê kurdan de tiştekî dibêje, xweş dike, şêrîn dike, soza dide, lê xuyaye bi şev tiştekî dibêje û bi roj hêzên ewlekariyê û polîsên wî tiştekî din di derheqa kurdan de dikin.
Berî çend rojan ji medya tirkî re axivî û dîsa kurd firandin bê ku rewşa kurdên li ba xwe li ber çavan deyne. Wî got ku kurd welatparêz in, ew beşek ji tevna civak û dîroka me ne, ew ne mêvan û torîst in, eger em têkiliya xwe bi wan ên ku alîkariya me di avakirina welatên me de kirin, nekin, bê guman ew ê bibin terorîst.
Wek gotin gelekî xweş e, her kes dikare gotinan bike, lê gerek mirov xwedî li gotina xwe derkeve, hema carekê.
Eger mirov li rewşa kurdên rojava binêre, mirov dê matmayî bimîne, ji ber ku herêma kurdan ji her hêlê ve tê wêran kirin. Îca yê zane zane, jixwe yê nizane baqê nîskaye. Kurdên rojava(Sûriyê) û hemû kesên ku rewşa kurdan dişopînin bi wan axaftin û helwestan matmayî dimînin, çimkî ew axaftin tenê ji bo medya tên kirin û berevajî rewşa kurdan in, rojane kurd tên girtin û dikevin girtîgehan, rojane kurd tên talankirin, pirojeyên nijadperestî û şovenîstî yên nû û xurt û pir derdikevin. Ta bi xwedê jî ew ji bîra kirine.

Şîrove (0)