Fêrisê netewa kurdî. Îro bi birînên dilê xemgîn ji Hespa xwe hatexwar

  Xalis Msewer

Ji bo koçkirina serokê partiya (yekîtî) bavê Şiyar mamoste û siyasetmedarê çeleng û fîdakar û hêja, bi hêsir û hesret, û ahîn, û nalîn,  sersaxyê ji malbat û hval û hogir,  û ji tevahya miletî kurd re dixwazim.

 Qet me tucaran nizanîbû ku giyanê Bavê Şiyar di rojeke kurdî yên bê ewle de li hêvya qederê rawistiyaye, pençê vê mirina bêbext ew zû û bilez ji nav me revand, di wê dema ku hîn em bi hewceyê mana wî bûn, vî xweşmêrî bi hêlemêl koça xwe ji nav me barkir û çû, lê ev çûna ha ji lebat û xebata kurda re xisarek mezin û bêhemtabû .
Ismaîl Omer Bavê Şiyar mirovekî çelenk, zîrek, Bênefs, û bê hawe şareza û aqilmed bû, û dihate hezkirin û diket dilê herkesî de.
du rengê kesayetiya Bavê Şiyar wî belî û paqij hebûn, yek jê ew kesayetiya wî ya  siyasî bû,  ango di warê siyasetê de siyasiyeke zêrekbû, û di ya civakî de jî bi heval û dost û nedostên xwe re jî, mirovekî peyvxweş û milayim û bê zirarbû, weha vî mirovî karîbû hezkirina xwe di dilê herkesî de biçîne.
Raste bavê Şiyar bi laşê xwe ji nav me barkir, lê bêgûman wê fikir ,daxwaz, û ramanên wî, di nav miletê wî de berdewam be ta ev milet li dinê hebe. daxwazên wî jî xewş têne xuyakirin ku, hem yekîtî bû û hem jî mafê miletî wî yên siyasî û rewşenbîrî û netewî bû. ji ber ku vî xewşmîrî  dilê xwe dabû miletî xwe, û ev dil di ber vî miletî de hatibû westandin, ta bi hesret û kovan hate rawestandin û sekinî, dêmeke ku em hezkirina Ismaîl Omer di dilê xwede biparîzin, ne hewceye ko îro em li ser bigrîn yan li xwexin, ya rast ewe ku em fikir û ramanên wî biparêzin û li daxwazên wî bi xwedî derkevin û liser rêça wî bimeşin, û wan daxwazên giring  pêkbînin.
Bavê Şiyar bi delalî
Bi rihetî
Û Bi selamet
Di gora xwe de razê
dilê tenî tenik,
Bi ritim û sîmfoniya netewî
dijenî
dilê tenî îro westayî
ku dibêjin:
sekinî
lê vaye ev dilê sekinî
Di dilê nûhatên kurd de
Dijenî
Şopa  navê te li ser
Van dilên sozdar
Bi ava zêr
Hatiye neqişandin
Razê bê xem û kul
Razê
Wê rojekê
ewrê tarê
Li ser ezmanê me
Kurdan
Rabe.

………………………………………………………

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...