Evîna me


  Mihemed Ebdê
Mirwan94@hotmail.com

Gelkî xwe li min giran neke
Hîn li vê jiyanê  ez bê evînim
Ne bêje nazik û rindim
Ez jî wek te xwîn şêrînim
Xwe li min delalî neke
Bi evîna te serxweş û dînim
De bêje Şêrîn û Xeçê û Zînim

Dilan ji cana diweşînim
Evînî çendî xweş be
Lê nabe wek evîna te
Geleg çav min dîtine
Lê ne wek rengên çavên te
Perî bejin ziravin
Lê nagihin bejin û bala te
Li vê jiyanê winda dibim
Dema tê min dengê kenê te

Bêje min evîndara te me
Ne Eyûbim sebir li min nema?
De bêje ciwano ez yara te me
Li ber evîna te ez tine me
De carkî li min biner yarê
Xwîn di laş de bi carek neme
Wek min tu evîndarî
Dil û can her dû bi gorî te ne

Her buhar te dibînim
Nav wek navê te ti car nînin
Di nava dil de te di hilînim
Hingiv ne wek lêvên te şêrînin
Were  em sitêran li xwe bicivînin
Ma ne ez û te Mem Û Zînin
Ne Mem û ne Ferhad û  ne jî Siyamend
Hersê wek min bi evîniyê dînin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…