Birca belek piştî 163 salan li xwediyên xwe vedigere

Konê Reş

   Doh, ji bajarê Cizîra Botan ez hatim agahdar kirim ku di roja 12 Sibatê de wê artêşa tirkan bi rengekî fermî ji Birca Belek derkeve û wê Birca Belek li xwediyên xwe vegere. Vê agahdariyê gelek tişt û mişt anîn bîra min; wek ku hûn tev dizanin, Birca Belek ji sala 1847 an de, piştî dîlkirin û sirgunkirina Mîr Bedirxanê Azîzî ketiye destê artêşa Impratoriya Osmanî de û ji wê hingê ve, wek bargehek leşkerî, artêşa tirkan jê desthilatdariya xwe di herêma Botan de berdewam dike.
   Dîroka avakirina keleha Cizîrê û Birca Belek di gelek qunaxan re derbas dibe, vedigere heyamê Imperatoriya Guttî 4000 sal berî zayînê.. Di serdemê Imperatoroia Sasanî de jî bi seroketiya Erdeşêr Babekyan 241-226 berî zayînê, hatiye nûjenkirin an restorekirin.. Di sala 1596 an de mîr Şerefê 2 an ji malbata Azîzan, Birca Belek û Şaneşîn di hewşa wê kelehê de ava kirine.. Birca Belek, di geş bûna xwe de, ji 366 odeyan pêk dihat û wiha di nav çerx û dewranên salan de, her mîrekî Botan ji malbata Azîzan ev Birc spartiye yê di pey xwe re û dawiya wan Mîr Bedirxan bû.û her wiha xelkên Botan, ji hêla wan Mîrekên Azîzan ve, bi hezkirina ziman û welatê xwe hatine perwerde kirin.. Erê, Birca Belek ji Kurdan re di heyamê geşbûna xwe de mîna Koçka Spî bû a ku îro li Washingtonê ye ji Emerîkiyan re, hem ji wek Koçka Elîzê ye ji Fransizan re.. Lê sed mixabin ku roja îro ji bil Birca Belek gelek şûnewarên dîrokî yên din jî hene û wêran bûne, gelek cihên dîrokî hene, ku şop û şûna wan nema xuya dikin. Dagirkeran cihên dîrokî wêran kirine, hin jî di bin ava Dicle de mane.. Gelek cih jî di bin erdê de nebedî ne, xebat û xepartin ji wan re pêwîste..

   Gelek biryarên ku di xizmeta mirovahiyê de bûn ji vê kelehê û Birca Belek  hatine der wek: avakirina piran, aşan, hilanîna cudahiya ku di navbera Misilman, Xiristyan û Cihûyan de, dema ku Mîr Bedirxan ev gotina xwe a navdar got: Dîn dînê Xwedê ye em tev birayên hev in.. A din ew biryarên guhdana bi ilim, zanîn û zanyaran ku ji encamên wan biryaran Medreseya Sor hat ava kirin. Ev Medreseya ku di heyamê xwe de Zanko bû, kêm zanko wek wê di rojhilata navîn de hebûn, ew jê mîna zankoya Elezherê a li Qahîrê ye bû. Û ji encamên avakirina wê zankoyê kesên wek Îsmaîl Ebû Îz Elcezerî, Îzeddîn Îbin Elesîr, Mecddîn Îbin Elesîr, Melayê Cizîrî, Feqayê Teyran…hatine holê ku wan jî xizmeta mirovahiyê kirine.

   Eger îro piştî 163 salan, ew dîwanxaneya Mîrê Botan di Birca Belek de ji leşkerên tirkan vala dibe, gereke li xwediyên xwe yên Kurd vegere û têkeve bin parastina UNESCO de, UNESCO lê bi xwedî derkeve, wek pêmayekî şaristaniya mirovahiyê bê parastin û ji nû ve restore bibe.. Bi vê helkeftê em doza wî pêmayê Bedirxaniyan dikin, ewê ku Osmaniyan di sala 1847 an de destên xwe danîn ser û birin Stenbolê, em bi hêvîne ew pêma jî lê vegere û dawî bibe wek mûzexaneyekê ji mirovahiyê re.

Dawî dibêjim, mijde bo we va Birca Belek azad dibe.

Qamişlo, 08.02.2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi rêz û hurmet bo gelê me yê hêja,

û bo hemû endamên civaka me li welat û li derveyî welat,

Ji ber berpirsiyariya civakî û bi armanca parastina nirxên mirovî û adetên kevneşopî yên ku civaka me li ser wan ava bûye, malbatên gundên…

Alan Hemo

Vê carê jî nebû

gelek caran li bende bû

Mûmek li tarîtiya korekî vêketî

boş, her boş

Tayê dû li teşiya demê dirêse

Nêçîra bêberik û daf

sebr û sawêr di bêrîka qul de

Talankirî li wê bazarê

Bermahiyên hestan pişk e

<p...

Emel Hasen

Piştî ku ez mirim,
Qed li min negerin.
Li ser min ne lorînin û nekin gerî.
Li dera ku ez lê mirim,
Min lê veşêrin.

Eger hûn dikarin,
Ala rengîn li ber kêla min hilden،
Xemîl û rêgên buharê, û germahiya tavê
Ji tîrêjên adarê
Berz û bilind raxin li ser senga min،

Da ez dibim…

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…