Bangek Bi Hêvî..!

Konê Reş

   Ji berî du-sê salan ve, nameyên, tijî dijûn û siqêf, bi navên sexte ji maila min re dihatin şandin. Min, ew di ser guhên xwe davêtin û guh li wan nedikir.. Lê vê paşiyê û bi taybetî piştî koçkirina mamoste Rezoyê Osê, mêze dikim ku êrîşên van mirovan dubare dibe; bi rengekî hovane nameyên tijî kîn, bêbextî û derew ji min re têne şandin û wiha şerê min dibe. Erê şerê min dibe, şerê kesayetiya min dibe, bi zimanê erebî û kurdî nameyên ku kes li xwe danayîne wan bixwîne ji min re dişînin. Nameyên dûrî sinc û exlaqên mirovan..
   Min, malê kesî ne xwariye û ne jî, ziyanê kesî kiriye. We çi bela xwe firotiye min..
   Vêca ez ji wan kesên ku wiha nameyan bo maila min dişînin, hêvî dikim ku, wan nameyên xwe rawestînin, eger tiştek di dilê wan de hebe, wek mêran, bêne rex min, em tekateka hev bibînin û ji hev fam bikin. Bêguman ew kesên ku li dor yekî din bi navê sexte binivîsîne, ew ji bin xwe ve şil e. lewra newêre xwe eşkere bike. Ew jî ji ber du sedeman, yek ji tirsa ye a din ji navê xwe bi fedî ye..
   Eger, zikreşî û çavnebariya nivîsandinê be, dibêjim; Dergehê qada nivîsandinê li ber me tevan vekiriye, kesî bi destê kesî negirtiye, fermo xwe berdinê û wek ku dilê we dixwze, binivîsin.. Gelek babetên hêja hene mirov dikare wan babetan binivîsine. Eger mirov bîr nebe, camêr hene ku şanî wan bidin.. An, eger rexneyên we li dor nivîsên min hebin, fermo wan nivîsan rexne bikin.. Lê yan na, hun doza çi dikin?!
   Xweş bizanibin, wek ku kurdan ji mêj ve gotiye; (Tu çi tovê di xakê de bireşîne, tê berê wî tovî hilîne..) Ew tovê ku ez direşînim, eger xerab be, çak be yê min e. Binirixînin, ser çava, lê çima hun bi bêbextî êrîşî şexsê min dikin..?! Ez ne xwedî hêzim ku ji hêza min bitirsin dimîne a din.. Bawer bikin, sincê min yê netewî rê nade ku li wan vegerînim.. ez ji xwe bawer û pişt rastim ku xizmeta zimanê welatê xwe dikim.
   Bi hêvî me, ji îro û pê de, êdî bes, wek wan nameyan bo maila min bêne şandin û ji niha ve ez spasiya kesên ku wan nameyan rawestînin, dikim û ez bi xêr û hun bi selamet.

Konê Reş

Qamişlo, 14/04/2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…