Nûçe

.Sipasnameyek ji Malbata Hesko li welat û li dervey welat.

Ji dil û can em sipasiya xwe arastey her kesekî ku di shîna mede beshdar bû- chi bi amadebûna xwe ya bê hempa ji Qamishlo ta mezarê nemirên kurd li gundê Digirê
Û chi li konên shînê li mala nemir û kurê wî mezin Kesra, chi bi rêka telefonê yan jî bi hinartina birûsknameyan , û her wiha jî her kesekî ku li Siwîdê yan jî li Elmaniya di merasîmên shînê de beshdar bûn- dikin .
Birêzan …
Amadebûna we û  dilsoziya we ji mere, ciyê serbilindî û bexteweriya mebû..we dilê me hînikir . we seber û aram di cergê mede afirand.

 

Xelîlê Hesko..ne bitenê serdar û mezinê malbata mebû, ew yek bû ji refên pêshî di nav tevgera netewî kurdî de li Sûriyê, welatparêz bû û kesayetiyeke civakî navdar bû di tevahiya herêmê de, her wiha ew bavê helbestvana kurd Mizgîn Hesko ye û ap û xezûrê hunermend Hevraz Hesko ye.

Bê guman ,barkirina wî ya bê xatir xwestin em pirr xemgîn kirin, em pirr êshandin
Lê weko rêz û wefadarî ji nerîn û bochûnên  wî re,em mizgîniyê didin we ku emê di bixêrhatina cejna xwe de beshdarbin û em Newrozê li we pîroz dikin.
Mirin heval cêwiyê jiyanê ye ku hat rev jê nabe…de bila serê me teva sax  be.
Em hêvîdarin ji yezdanê pak û dilovan ku we tevan ji shîn .derd û kulan bi parêze.

Sipasiyek bitaybet ji tevgera kurd re,ji maostayê hêja Konê Resh re û ji malperên welatê me-gemiya kurda û yekîtîmidîya re û her malpereke ku xwedî li me derket …zor sipas

Malbata Hesko li welat û li dervey welat

07.avdara 2010

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…