Brahîm Kêvo: Asmanek ruhnî kir û çira pênc zimanan bi stranên xwe vêxist

Salon ji çepikan vêket, bi Siyamendo û ez Xelef im re nalîn û şûr li ba kir.
Îşev 28.05.2010an li bajarê Alain – Îmarta Erebî- ahenga hunermend Brahîm Kêvo û hunermend Omer Beşîr bû.
Brahîm Kêvo: Hunermendê rûmet bilind û dengê hunera resen.
Bi erebiya Mêrdînê dest bi stranê kir, du stran bi aşûrî, du stran bi kurdî, du stran bi ermenî, du stran bi siryanî û du stran bi erebiya koçerî ya herêma Cezîra Sûrî, dilê amadebûyan geş kir, coşa dilan û çepik tevlîhev bûn.

Bi gotinan pesnê ahenga Brahîm Kêvo nayê dan.
Movika diwem ji ahengê, hunermendê Îraqî Omer Beşîr kurê hunermend Munîr Beşîr, muzîkjen û sazbendê Ûdê, gelek movikên mûzîka bilind ji meqamatên îraqî bi serkeftin pêşkêş kir.
Dikarim bibêjim bi hemî çêj û wateyên hunerê şeveke hunerî bû.

Hêjayî gotinê ye, birêz Şerîf Xeznedar birêvebirê Mala Çanda Cîhanî ( Maison des cultures du monde) ya ko cîgehê wê li Parîsê ye, aheng birêvebiriya wî bû û ewî bi xwe jî  pêşkêş kir.
Têbînî: Hunermenda Sûrî Weed Hesûn jî ji amadebûyan bû.


Avestakurd: Ezîz Xemcivîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…