Xemgînê REMOpêvajoya me, wiha bi rêve çû, heta bi salên nodî, jê û virde, çend govarên sipehî, li gorî wê demê, dest bi weşanê Kirin, wek ZANîN, ASO, PIRS, û Gulîstan û Gelawêj jî, bi şêweyekî nûjen hatin weşandin, û bi vê rûdana wêjeyî, delîve çêbû, ku vêca nivîskarên me, ji bilî nivîsandina helbesta kilasîk, ya ku di bin bazikên Cigerxwîn de, dihate nivîsandin, ku berê Xwe bidin şêweyên pexşanê, mîna gotar û çîroka hinerî,
Û helbesta nûjen, ger çendî alozî ji aliyê afirandinê ve hebûn jî, lê weşana van govaran, bizavek, nûjenîyek, di gel xwe anîn holê .
Her wiha dîsa di destpêka salên nodî de, li başûrê Kurdistanê jî, piştî serhildanê, hin govar û beravokên helbestî, dighan ber destê Me, wek govara Peyv, Metîn, û rojnameya Peyman, û bi nivîsarên xwe , em beşdarî wan jî dibûn, her di wan salan de, li nîva salên nodî, li bakurê Kurdistanê Jî, rojnameya Azadiya welat, govara Jîyana rewşen û Pelîn, dest bi weşanê Kiribûn.
Vêca me dît hinek hevalên me, yên beşê Erebî, li nivîsandina kurdî zîvirîn, helbet ev yek jî cîhê şanazî û dilxweşiyê bû, wek mînak, hevalê Me Helîm yûsif, ku berî hingê du beravokên wî yên çîroka, bi Erebî çapbibûn, wî bi xwe herdû jî wegerandin zimanê Kurdî, û heta niha jî çîrok û romanên xwe, bi kurdî dinivisîne, û vê rûdana şaristanî, li vî perçeyî heta bi salên 2000 î, berdewam kir, ez dikarim bibêjim ku ew deh salana, salnî zêrîn bûn.
lê ji sala 2000 î, û vir de, ji roja ku malperên me , dest bi weşanê Kirin, vêca mîna ku hina cîhên xwe bi hev guheztin, hinek hevalên me, yên ku bi kurdî, her yek ji wan sê çar berhemê çîrok û helbesta çap kiribûn, dest ji nivîsandina çîrok û helbestan berdan, û berê Xwe dan gotara bi zimanê Erebî, wek Pîr rustem û Fethela Huseynî, va jî vê rûdanê Mamusta Birahîm Mehmûd, ku gelek pirtûkên wî bi Erebî hene, me gelek gotarên wî yên hêja bi kurdî li ser malperan dixwendin, û her wiha mamusta Xalis Misewer jî, û pêvajo hîn jî berdewame, berî sê salan helbestvan Taha Xelîl, ku cîhekî wî yê taybet di qada helbesta Erebî de heye, wî jî,beravokek helbestên xwe bi kurdî çapkir, her wiha mamuste Birahîm Yûsif jî, li vê dema dawî tim ji min re dibêje : ez bi kurdî dinivîsim lê min hîn tiştek neweşandiye, û berî salekê Dîwanek helbestî, ya helbestvanê Navdar Hamid Bedirxan jî bi kurdî çap bû.

Şîrove (0)