Masiyê Helîm Yûsiv

Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Di romana kurdî ya îroyîn de, rakêşana vegotin û vebêjî, ristin û vehûnana çend rûpelên pêşîn ên romanê, rê li ber dudiliya xwendevên digire û wî naçar dike ku xwendinê berdewam bike. Ji xwe eger ew çend rûpelên pêşîn bi çurîskên helbestvaniyê, rewanbêjiya kurmanciyê û bi herikîna derbirînê  xemilandî bin, wê çaxê yê xwendevan jî alavên xwe yên xwendina deqekî dahênane bi şêwazekî bîrtûjane amade dike û bi coşa ku ev xwendin dê tiştekî xweş bidêyê, dixwîne.
Min, gelek caran, piştî xwendina çend rûpelan, roman ji destê xwe avêtiye û min di cih de hest kiriye ku xwendina vê romanê dê ziyanê bigihîne zimanê min, xeyala min, çêjwergirtina min a wêjeyî û bîrûboçûnên min ên der barê jiyanê, mirinê, evînê, hevaltî û gelek têgeh û çemkên min ên mirovane, ango xwendina vê romanê di şûna min bi pêş ve bibe, asoyên nû di hişê min de veke, tiştekî li min zêde bike, hestên min ên mirovane berfirehtir bike û wateyên cihêreng pêşkêşî nasnameya min, xewna min, merc û egerên hebûna min bike, dê min ber bi paş de vegerîne û ziyanê bigihîne asta min a çawatî û çiyetiya xwendinê, lewre min biryara ji destavêtina romanê di cih de daye û min ew romannivîs ji ferhenga xwe û ji dîmena avakirina geşepêdana kurmanciyê avêtiye.
Bi gotinek e din, pêwist e romannivîsên kurmanciyê berî ku dest pê bikin û romanan binivîsînin, bizanibin ku xwendevanên romanê, pêşîn romanên xweş bi zimanên din dixwînin û dikarin di kêlîkên xwendinê de, birawerdiyekê di navbera romanên zimanên din û romana kurdî de ava bikin. Ango dikarin berhemên xweş û yên ne xweş ji hev derxînin.
  Li vir jî dixwazim ji xwendevanên kurmanciyê re bi zimanekî eşkere û zelal bibêjim: Di cîhana wêje û afirandina kurmanciyê de, ne her tişt hêjayî xwendinê ye, ne jî her berhemeke madem bi kurmancî hatiye nivîsandin, pêwist e em wextê xwe ji boyî xwendina wê terxan bikin!
Berhema ku çêj jê neyê wergirtin, ya ku mirovan sermest û sersom neke, ya ku xwendevanê xwe tûşî aloziyan, sawîran, dudiliyan, têramandin û hizirînan neke, ya ku mirov di nav kod û amaje û sîberên xwe de winda neke, pêwist nake were xwendin.
Hetanî ku li darê dunyayê bin, dê Masiyê Helîm Yûsiv ji bîra min neçe.
Ev neçûna Masî ji hiş, wek nimûne, nîşana herî ronak a serkeftina nivîsandina romanekê ye.
Wek ku çawan hetanî aniha Prince Myshkin û Rascolinov ên Dostoyevsky, Juan Brithiadoyê Rolvoyî, Ahabê Herman Melville û Jose Arcadio Buendia û Florentino Aretha yên G. G. Marquez ji bîra min neçûne, wisa jî dê Masî wek lehengekî serencrakêş, têkelkêş, jîndar û kartêker ji bîra min neçe.
Desthilatbazî û dagîrkirina Masî ya hest û bîr û bîrewerî û hizrên xwendevanên xwe, serencama proseseke wijdanî, siyasî, civakî û derûnî ye. Romannivîsê romanê, di kêlîka ku qehremanê xwe, mîna gelek romannivîsan hema hema dikuje, wî radestî bûyeran, rûdanan, kêşeyan, gîrûgiriftan û barûdoxan dike, li koşeyên erdnîgariyekê wî bêsima û bêarmanc û bêhêvî û bê ling û bê evîn dihêle, di heman kêlîkê de, Masiyê xwe hetanî radeya dawîn a nîgaşan û xeyalan û fantaziyan, ji hundirê hundir ve ronî, eşkere û şirove dike. Ji hundir ve ronîkirina kesan, zeftkirina nakokiyên bingehîn û cewherî yên hest û têramandinan, bi lêhûrbûn û hûrgilî pêşkêşkirina rabirdû û aniha û siberoja qehremên û amajepêdana çarenûsa trajîk a bûnewerê ku di bizava giştî ya romanê de desthilat e, wisa dikin ku şopa Mazî di şaneyan de kûrtir bibe û di hiş de jî ezmûnên xwe yên takekesane û gelemper bi cih bike.
Cûre, qat, şêwaz û formên vegotina zimanî yên di romanê de, ango bikaranîna zimanên cihêreng û cihêwaz ên ku derbirînê pêktînin- zimanê şer, zimanê tenhatiyê, zimanê evîn û mikurhatinê, zimanê tirsê, zimanê dilsojiyê, zimanê hevaltî û mirinê- û hewldana Helîm Yûsiv ku xwendevanê xwe bi zimanê yekaheng newestîne, çend hoker û faktorên din in ku, di Gava Ku Masî Tî Dibin de, mirovan hem bi Masî re tî dikin û hem jî rê nadin xwendevên da ku xwe vehesîne.
18. 05. 2010
London

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Subhî Deqorî

Zimanê kurdî ne tenê dengên ku di qirikê de çêdibin e,

ne jî komek azînên ku di pirtûkan de têne hînkirin e.

Ew tiştek mîna siya dirêj a bîrdankê ye;

bîrdank ku ne di dibistanên dewletê de çêdibe,

lê di zevî û xaniyên teng de, li…

Konê Reş

Wek ku diyar e Kurdistan bi erdnîgaeriya xwe, cil û bergên welatiyên xwe û zimanê xelkên xwe di nav xelkên cîhanê de tê naskirin.. Neyarên wê jî, ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê Kurdî kirine û dikin.. Di vî pêvajoyê de, ji şopandina min ji kovara…

Fewaz Ebdê

Di pêvajoya dîroka romanê de, her jin babeta berfereh û giring bû.. ji babeteke çîrokî /vebêjî sade hilkişiya ta ku bû kesatiyeke xwecihgirtî, zana û weha jî bû zîlana wutara romanê.. lê di civakên xweparêz /klasîk de, ne bi wê hesaniyê ye ta ku ev veguhêz pêk tê! Di civakên…

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…