i.xelîlKurda berê gotiye ku dema mirov perda şerm û fediyê ji ser rûyê xwe radike , çi tiştê xirab û kesnedî hebe , wê bi karbîne .
mixabin di nav me de di roja îro de ew kes zêde bûne , û di baweriya min de ew baş dizanin ku ew perde ne tenê hatiye rakirin , yan jî bi qule lê bi yek carê nemaye .
Çend rewşenbîr bi tîr û kevanên Ecemî yan jî bi şûrê şamî zirta li hev dikin , yan jî hin ji wan xwe ji her kesî zanetir dibînin û şîreta li millet û partî û serok û siyasetmedar û rewşenbîra …TD dikin , û xemgîn dibin ji ber ku tu kes bi şîret û gotina wan nake .
Hin ji wan doza lihevhatinê dikin di nav tevgera siyasî de , lê mixabin bi gotinê xwe wek gotina seydayê Cegerxwîn dikin : gotinê te wek dir û zêr … lê di nav de serê mêr ( Mar ) , ji ber ku ew bi xwe sedemek ji wa sedemê jihevxistina wê tevgerê ne .
Hin dî çaksazî û guhertinê dixwazin , gotinên qelew û xweş li ber guhê xelkê zingezing dikin , lê dema ku mirov wan nasdike wê bizane bê ew çi mal in , ji derve hella hella, û ji hundir ve ya sitar , di malê xwe de Dîktator in , û bi dostê xwe re Derwîn û xedar in .







Şîrove (0)