Reşîd Hemo sîmbola neyê jibîrkirin e

  Bilal Hesen 

Bi dilê xemgîn û derûna melûl, min nûçeya koçbûna dawî ya mamosteyê xwe, siyasetmedarê çalak û zîrek, xemxwerê gelê kurd Reşîd Hemo bihîst.
Akama vê bûyerê ewqas li min giran e, ji ber ku bi hezarên kîlometran ez dûrî mamosteyê xwe bûme, û nikarim awira dawî li binerim.
Tiştê hinekê vê êşa min kêm dike ew e, ku mamoste Reşîd Hemo, tevî ku bi gewdeyê xwe ji nav me barkir, û çûyîna wî bê veger e, lê ez û her kesê Kurdê dilzoz û wefadar dê di navbera şopên xebata wî, nerîn û boçûnên wî, raman û hizrên wî  re , wî  bibînin, ji ber ku ew ne tenê kesekî Kurd bû û hew, belê ew dibistanek e berhemdar bû.
Îro ez bi bîra xwe tînim, çawa Reşîd Hemo di dawiya salên çelî û destpêka salên pêncî yên sedsala bîstem de, li Çiyayê Kurmênc; devera Efrînê, gund bi gund digeriya, û gelek xortên wê demê, ez jî di nav de, hînî xwedinê dikirin, westanê û birçîbûnê û belengaziyê nikarîbûn riya wî bigirin, û wî ji hînkirina me xortên wê demê bi dûr de bixînin.

Ew xebata Reşîd Hemo ne ji xwe berê bû, û ne jî bê pilan û bê armanc bû, belê ez dikarim bibêjim, ewî bi dûrbîniya xwe nifşek ji bo armancine bilind amade dikir, vê lomê ewî ew xortan ne tenê hînî xwedin û nivisandinê dikirin, belê bi ser de jî ewana ji hêla ramanî û hişyariya netewî de jî hîn dikirin, û asowê raman û hizra wan fireh dikir.

Tevî ku ev pilan û mebesta wî, belkî  di destpêkê de, ji gelek kesan û şagirtên wî ve ne diyar bû jî, lê gava gelek ji wan şagirtan tev li xebata rêzanî û ramyarî kurdî bûn, ew pilan û mebest sayî û zelal hatin xuyakirin.

Reşîd Hemo bi wê gava giring û hukardar rê li pêş xebata rêzanî durist kir, û vê carê jî ji xebata hînkirina xwendin û nivisandinê derbas warê ramana civakî û netewî bû, û dîsan gund bi gund geriya û belengazên Kurdên xulmaş şiyar kirin, û kurdayetî bi wan da naskirin, û ta dawiya jiyana xwe dest ji vê xebatê berneda.

Ev dûrbîniya Reşîd Hemo ji hemî hevalên wî, damezrênerên yekemîn partiya kurdî li Sûriyê sala 1957ê ve jî diyar bû, çimkê gelekan ji wan di nivîs û axiftin û bîranînên xwe de çêla bandora wî li ser tozik û rêbaza wê partiyê kirine, û weha çûne, ku di roja damezrandinê de hinek xalên  tozik û rêbaza partiyê, li gor pêşniyarên wî hatin guhertin.

Reşîd Hemo, bi van çalakiyên xwe, û bi xebata, ku heya roja mirinê domandiye, dikare di dîroka kurdayetiyê de bibe sîmbolekî neyê jibîrkirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…