Gotar

Bi sixêfan bersiva rexneyê da

  Avestakurd – Dîsa ji bo rexenekirinê agir ji devê Ehmed Huseynî çû…
Berî salekê helbestvanê kurd E. Huseynî li ser ekranê Roj.Tv got : ”Helbest û gotin bi qurbana pêlava te bin Ocalanos”. Me jî di malpera avestakurd de wek nûçe weşand û nerîna rast ji rexnevan û xwendevanan re hişt. Di vê derbarê de, hin nivîs û rexne li Huseynî hatin girtin, lê piştî demekê xwe xeyidand û wekî mafekî xwe dît û dest bi nivîsên ”bejnên kurt” kir û berê pênûsa xwe da hin nivîskarên ku bi salane ji layên xwendevan ve tên naskirin, bêyî ku qala helwesta xwe û qurbaniyên xwe bike. 
Niha jî helbestvanê me, hin agahî di hin malperan de weşandiye û agir ji devê wî çûye. Ew nivîskarên ku rexne li helwesta wî girtine bi ”bêbextî, derew, bêexlaqî, keysaperestî, sextebazî, nemirov, şagirdên serdestan, kole …hd”. Lê dîsa jî rê bi helbest û gotina kurdî û pêlavê nexistiye, ligel ku ew gotin û derbirîn û helwestên Ehmed mijara rexnelêkirinê bûn. Em dîsa wek erkekî rojnamegrriya bi helwest, nerîna xwe ya yekalî nabêjin, lê belê em xwe bêçar dibînin ku van sixêfan ji xwendevanan re ragihênin.

http://www.welateme.info/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2316

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…