Helbest u pexşan

kesayetîya bê buhar di sînorê tarî û ronahîyê de


hozanê girkundê

êvarek bi mij û dûman li deşta
asîmanê welatêmin
belavkir …
giyanê helbestê mîna

cama peyalê derizî …
dil di rawanê minde
girîya û lerizî …
gulên fedîyok
di sînga buharê de
çelmisî…
xame li ser riwê kaxezan
di paxila peyvande
lukimî …
dema te ji hizrên
wêjeya kurdî koça xwe
barkir te çend wêneyên
şengewîn bi dîwarê
jiyanê bi dar vekirin
ûçend xewnên kelo girî
li bejna şevê
te pêçand
demsalên payizê
ji nûve sîwana xeman
li gewrîya dil revînê
kilît kirine..
û xwe gerandine..
kovanên tije jan ..
mîna kevaleke birîndar .
bi dil sarî li hirêma
hestê min xwe nîgarkir ..
te em xistin
sotîgeha dûrîyê
dem ûroj û temen
li ber lehîya bîrhatîya .
te mest û lalkir ..
şevbihêrk avdar ûnewroz
wilo di myîxana serxweşîya
boz te bê çare û sarkir…
zindan û bang serxwebûn
û raperîn û pêşketin ..
te li pêxwe hiştin ..
te dilê yaraxwe bi girî
vekir ji hêvî ûxewnan
dûrkir ..
hiş û sewdan ji hev
tar ûmarkir ..
sibeh bê êvar man
dîmen bê renge man ..
ûxweşî ji gulîstana evînê
barkir …
bi çûnatere
gelek tişt hatin guhertin
lê tu xweş bawerbe
gîha di bin kevirande namîne
perda reşahîyê
wê ji hev zîvar zîvar
bibe ..
sibehên dîdarîyê
wê berbang bidin ..
roj wê li me hilê
kulîlk ûperwane
di yek govendêde
wê semayê bikin ..
ji nûve wê navê te bibe
gulîzara bi buhar ..
jiyan wê bi xemile
kirasê azadîyê
li bejna newrozê emê
pîrozkin ..
li ber sîmfonîya
serbestîyê şemalên
mizgînîya hebûnê
emê pêxin …
û bi dildarî emê navê te
di çarçewek zêrînxin ..

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…