Xweşya jiyanê


Ahwara Ako

1-
warê vîn û evîn im
agirê zembîl froşim di evîna te di
mêvanê şevderengî ya te mi
mey vexwirê dûrbûna bêrîkirina  te

gerdena azad ya te mi
xewna li ber kenarê ava mezin
buhara rengîn im
bo xeyala te 
ji baxê evîna te
sinbilek ji axa beybûnê mi
xelata destgirtî ye te
çepkin di destê berbûyan deni
rêwiyekî rê dûrim
li ser rêka dîtina te mi
xwezyên qelen evîndarî ye
berwarî yê derdê dûrbûna te mi

2-
gurzek gulim li ber sînga te
baqek nefelim li ser rêka te
sozdarim di evîna te di
bêjan im di derdê yarbûna te di
dilopek av im di tîbûna te di
xeleka tilya hebûna te mi
dînê deng û rengê xwezya te mi
evîna di bin baskê bazde
behî zade te mi
hêviya berdewamî ya te
perçak ji laşê evîna te mi.

03-04-2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…