“Gava sêyemîn” rawestiya

  Helîm Yûsiv

Di vê nivîsê de, ez dixwazim hemû wêjehezên kurd agahdar bikim ku, bernameya “Gava Sêyemîn” ku ev zêdeyî deh salan e di televîzyonên kurdî de tê weşandin, êdî rawestiya. Bi gotineke din, ev nivîseke xatirxwestinê ye. 

Zarokek e dehsalî

Bernameya yekem ya “Gava sêyemîn” ku mêvanê wê Mehmûd Baksî bû, di 11.11.2000’î de, di Mezopotamya TV de hate weşandin. Di wê navê re di Medya TV de bernameyê dewam kir û di 13.06.2011’an de ku mêvan Bahoz Baran bû, di Roj TV de, dawî li weşana xwe anî.

Di navbera Mehmûd Baksî, wekî nifş û Bahoz Baran de, zêdeyî dusedûpêncî nivîskar û xwediyên berhemên wêjeyî û hunerî bûn mêvanên bernameyê. Di hemû bernameyan de, armanca sereke dilsoziya bi navê bernameyê re bû. Piştî nivîsandinê, wekî gava yekem, xwendin, wekî gava duyem, bername karibe deriyê danasîn, nirxandin û rexneyê li ber berhema wêjeyî ya kurdî veke.
Di vê çarçoveyê de, ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji hemû zaravayên kurdî, nivîskarên kurd û li gorî derfetan, bûn mêvanê bernameyê.
Di van salan de, heta ku deh sal derbas bûn û “Gava sêyemîn” mîna zarokeke, li ber dilê min delalî, geh bi awayekî heftane û geh jî her ji du hefteyan carekê dehsaliya xwe dagirt.

Spasdarî û xatirxwestin

Her çendî televîzyongerî, wekî nivîskar, ji bo min karekî giran bû, lê dîsa jî bi hezkirineke mezin, me hewil da, hindik be jî, ku ev valayiya di warê danasîn û nirxandina pirtûka kurdî de, bê dagirtin. Di wê navê re, ez bi xwe jî fêrî gelek tiştan bûm û bi kêfxweşî heta roja dawiyê, me xwe da ber vî bayê hênik yê ku di vê pencereya biçûçik ya wêjeyê re, dihat.
Wekî hemû bûnewerên jîndar, “Gava sêyemîn” jî temenê xwe dagirt û roj hat ku xatir ji we hemûyan bixwaze.

Ji bo vê derfeta xweşik, vê pencereya wêjeyê ku ev deh sal in, bi ser berhemên kurdî de vekiribû, ez sipasiya hemû nivîskarên ku bûn mêvan û keda wan kete vê bernamê dikim.
Her wisa ez sipasiya wan kedkarên “bênav” yên li paş ekranan dikim ku bi saetan ji bo biserkeftina bernameyê, keda xwe dan.
Berî hemûyan jî sipasiyeke taybet ji televîzyona kurdî Roj TV re, ku ew qas sal rê li ber vê pencereya azad ya wêjeya kurdî vekiribû.
Wekî pêşkêşvanê “Gava sêyemîn” bi xatirê we, û heta nivîseke din ya Sêyemîn Gav, hûn bimînin di nav xweşiyê de.

……………………….

Diyarname.com-16.06.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…