diyarî ji bo ciwanên şoreşê


Ahwara Ako

mûmên azadî yê
1
mi bêrya te kir yi,
xewna tê hebûnê,
bi qîra azadî yê,

xwe di dilan di tîni vejînê.
chepka di nav destê bûkê di,
bifire bexchê geşbûnê,
ji bo aso yek nû
kulîlkek qawanê
diyarîyek ji axa beybûnê,
ji bo şoreşek dilpak,
gilawêj dibin xelatê zeynebûnê,
li ser dîwara tê nivîsandin,
peyva qededxe,
hilweşandini
ji hesta mirovantî yê ri
hilweşandina pûtên
perestiyekî necadi
li ber gora hezreta lal u poşman.

2
pir nêzîkim ji pêjna te,
xemdarê evîna dilê te mi
qurban û
wêrekî nayên diyarîkirin
belê tên kedîkirin
di bîranînan de dilûsin
chîchekên dilsozî ya te
narîna ber perê ava mezin,
dengê te newa ya quderetê,
neyaza dil li kêleka temaşa
wêneyek jîndari
di
vehesa dilydarî yê di
yar û hebîba  bi chavşînk
ji xelata mîrê hezê,
xelekek  di tiliya evîn di
baranek siviki  li ser dêman
evîndar dibari.
3
Li mal
dawetek li devê rê
ji bo yarên ku tên
tîna salên dûrî yê
bi bêrîkirin
xwedidin rê
rê û rêchikên chava li bendî
azadî yê
wa ye vedibin gulên evindarî yê
xewna her kesî yi
bi xweşya jiyanê bijî
bi hebûna xwehest bimîni.

Îro-29-06-2011

wellingholzhausen

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...