EV ÇI DÎDARÎ YA RAWÊJE YE…??

  sernivîsa DENG *

Tê nasîn ku ji her hevpeyvînekê re wek ku ji her bepirsên civakî re, hin çand e û têgehî û derbestên xwe hane, û pişt re hin armancên bingehî yên beşgeke di navbera hevpeyvînan de, mebest jê ku pêgînin wan armancan yan jî bi cihbînin di riya dadmenkara zimanê vac û hişê, dûrî xêlibûn û zorkariyê, pêkanîna hin armancan ciyê vehesiyê be ji gişan re, û tebatiyê bide di riya bîrbaweriyan re, mebest jê rahêja dudiliyê û netebatiyê ji dilê hemiyan, ji ber ku mebest û armanc yeke sebareta civaka sûriyê re..
ew jî rahêna welêt ji astengiya ku dihozîne,.. di riya çaerseriya vacayî ji dozên welêt re, û dawîna nehametên gelêrî û û hemî civaka sûriyê jî,.. di riya hevpevîneke hewkêşî re beyî zorê ti kesî li kesîbe, û bê mercên pêşînî, hevpeyvînek nîrên serkeftinê jêre hebin,..
Û li gora tiştên ku borîn, û li gor hemî helwestan ya şevengêr niştimanî yên dijber bi hemî layîyên xwe çi netewî û rêzanî dibe.. em Karin bêjin ku vexandina deselata sûriyê ji (( dîdariya rawêjî )) ya hate li darxistin di 1072011 li şamê di riya ku navlêbibû ( komîta niştimanî ya hevpeyvînê ) bi serkêşiya cîgirê serok sûriyê ( faroq elşere ),. Ev dîdariya han hemî pîvarên vacayî ji nîr û derbest ji hevpeyvîneke rateqîn re derbaskir,.. desp ji damzrandina komîtê de ta vexandinê û beşdarbûnê ta daxyaniya dawî,û ta kongira li bender ji vê mebestê re yê binavbibû( hevpeyvîna niştimanî ).
Hevpeyvîna rast e ewa ye ku têde hewkêşî û wekhevî di navbera hevpeyvînan re hebe piştî pêdakirina nîr û heyamên şiya..ya ku bêtir dijberiya niştimanî tevlî verastinên ciwanan gûmandikr li ser di wateya siknandina zorê, û kişandina leşkerê û hêzên ewlekariyê dervî bajaran, û dadweriya kesên pirsiyarî ji ber kar tawanbariyê ( kuştin, û pêlêna mafê mirovan ) û bêlrêdarî ji raperînên aştî re, û siknandida cirdeyên raghandinê dijî xwepêşandanan, û rahêjek e rstî ji rewşa awrte re, û berdana hemî girtiyên siyasî û girtiyên şoreşa sûriyê ya pîrozî, û selmandî bi pêwistiya rîdareke nuh bihêle ji guhastinekê re ta rijîmeke demoqratî ferelayînî re deslepaya aştî têde pêkwere.
Lê ji despêkê de desalatê hêzên dijberiyê ji danîna bingehîna giftguhê re  bi dûrxistin, û rijîmê bi zorganî hemî alav bi destanîn, û ew kare li gor mêjiya sitimkariyê pêdakir, û piraniya amedekaran ji aliyê rijîmê bûn, di demekê de rijîm û partiya baes ew pirsiyariya va astengê hildigrin û kesên beşdar li gor veqetandin, ta rastiyek da ku ew dîdariya rijîm xwe bi xwe bû ta ku pevbendiyekê bi rewşê xwe de,, û ta nameyek be ji civaka
navnetewî re, ev jî gûman dike ku rijîm ti vîna hevpeyvîna lib a wî nine ji kok de û ti rastî di hevpeyvîna wîda tine ye, ji ber vê jî hemî hêzên dijberiyê, û verastin ciwanan, û rêxistinên mafan, û ta kesên niştmanî bin dirrixiya beşdarbûnê kirin, çimkî tiştê ku bêlibuye ji vê dîdrê ne ku rê vebibe ji kongirek niştmanî re, lê bêtir ku rijîm dostan li dor xwe pirbike, mebest jê astengiyê li ser xwe sivik bike. Ji vir de, hevpeyvîna vacayî û daxwez ew e ku ya li ser milê dijbera niştimanî dikeve, hevpeyvîneke, pê nirîn nêzîkî hevbibin, yan yekbûnê di nirînan de bike bo daweroj welêt re, û sazkirina hin piransîpên niştimanî yên ku dijber li ser rêkevî dibin bi hemi ton û layîn xwe çi rêzanî, netewî, ciwan, û mafane di riya dîdariyan re jib o rahêjera astengan ya ku riya yekbûna qor û koşêsan digrin di arasta girêdana ( bestana) kongireke tevane ya niştimanî,..jê hin pirogramin rêzanî zelal bên der ta bi xîzên xwe yê panbin, û avakirina komîtên beşgeke ( bi hevre ) ta serkêşiya dijberiyê bike, û nûnertiya wê li hin dîdarî û koşînan jî bike, û bi cihanîna komşêweke raghandinê dernewa dîtyar û arastiyên dawerojî bike, û herwisa gengaza damezrandina encûmaneke niştimanî rêkopêk ta saziya pirojeya rîdareke rojgarbike, û zagûnên nuh têde azadiyên demoqrat  pêkwerin ji tevan re û herwisa jî deslepa aştî ji deselatê re pêkwere, û di şevilê de tevgera niştimanî ya kurdî û vêra jî hemi karîdarên çandî ciwanî, û mafane û şarewanî vexanin ta ji nuh de pevbendiyekê nuh ji xwe re sazbike berve yekbûnekê di rêzên xwe de avabike di riya kongira niştimanî ya kurdî tevahî re, ta ku ew karîdaran bi hêzane saziya biryara kurdî bikin, û bi hevre karbikin bo têçunê wê, û herwisa jî gengaza komîtekê nûnertiya gelê kurd bike, û serkêşiya xebata wî bike ta tîşaneke rasteqîn bike di aliyê wê ya niştimanî sûriyê de, ta bi hev re bikarin ji bo dawînekê dînin ji sitmkariyê re û ji deselata partiya tek re,..û çareseriya hemî dozên welêt re, û çareseriya doza kurdî di riya rîdarê re ta karibe rahatiya mafê xwe yê netewî di çarçiwa yekîtiya welêt de bike, û guhstinek nimûne ji sûriyê re pêkbibe berve pêşketin û pêvejokê ve ta ku bê danîn estûnên rijîmeke demoqratî ferelayanî ( netewî û rêzanî, berve avakirina welatekî şarewanî nûjan ve, ya ku hemî dîtyarên civaka sûriyê pêkbîne di rojwereke xwiş de, û misokerkirina beşdarbûnraste ji hemî pêkbînan di deselata welêt û di samanê wê de, li ser bingeha dadwerî û wekheviyê ve ya ku hemî navşana wê dikin…
1672011
Ferhegoka sernivîsê:
-asteng(أزمة) -bestin(انعقاد) –beşgek(شراكة) –dîdarî(لقاء) –derbest(مستلزم) –dirrîx(الرفض) –dîtyarî(تطلّع) –koşîn(محفل) –koşêş(جهد) –nekûlî(إنكار) –pevbendî(ترتيب) –pêkbîn(مكوّن) -rawêjî(تشاوري) –rahênî(إنقاذ) –rêdar(دستور) –sebaret(بالنسبة) –saman(الثروة) –şarewanî(المدني) –şiya(لائق) –têgeh(مفهوم) – –xîz(خط). 

* Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê

Ji bo xwendina babetên hejmara nû ya DENG li vir bitikîne

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…