Berzo Mehmûd● Bi navên: Aro, Rezo, Stêr, Azad, Pirs, Ebdulrezaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye, wilo jî di malperan de, ji wan: Stêr, Armanc, Dugir, Pirs, Metîn, Dengê Azadî, Zanîn….
● Ji havîna sala 1970-ve dest bi nivîsandinê kiriye, gelek gotar û lêkolîn belav kirine. Wilo jî, helbesta kevneşop û nûjen nivîsiye, şano di kovaran de belav kirine, folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê Dîk-Dîko; Libhinarê, Bavê Hepûn, Şengê û Pengê, Finda Şemal çap kirine. Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr. M. Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêşkêşkirina herdu navan hatine çapkirin. Bi kurtî:
● 1972 – 1974 Endamê komîta berpirsiyariya kovara “Şoreşgêr”, ko li bajarê Berlîna Rojava derdiçû, maye.
● Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn, ko sê pirtûk li Berlîna Rojava çap kirin:
1. Dîwana S. Hêzanî, bi Kurdî.
2. Helperkên Kurdî, yên folklorî, bi zimanê Elemanî.
3. Miletek berxwedanê di ber hebûna xwe de dike, bi zimanê Elemanî.
● Sala 1977an korsên fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Mosko, ji grûpek xortên Kurd yên zanîngehê re vekiriye.
● Sala 1977 bûye endamê komcivîna damezrandina “Hevbenda Kawa bo wêjeya Kurdî”. Dameznerên vê hevbendê: Bavê Nazê; Dr.M. E. Najarî; Dr. S. Mulla û Rezo bûn, ko li Mosko pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk bi zimanê Erebî, çi wergerandin, çi jî afirandin dane weşandin.
● Navbera sala 1978 û 1980 bûye endamê “komîta amadekar” bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanên Kurd li Ewropa, ko di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.
● Navber sala 1980 û 1981 berpirsiyariya belavoka “Ronakbîr” li Sûriya kiriye.
● Navbera salên 1982 – 1984 bi Bilûrvan re serkêşiya fêrbûna “Korsên zimanê Kurdî” li binekova Cizîrê kiriye.
● Navbera salên 1983 – 1993 berpirsiyariya kovara “Stêr”, bi Bilûrvan re, weku damezrêner, paşê bi Dilovan û hin rewşenbîrên din re kiriye.
● Sala 1993 bûye endamê komîta berpirsiyar di kovara “Pirs”ê de.
● Di sala 2002 de bûye endam û yek ji damezrênerên ” Komîta xelata Cegerxwîn”.
● Sala 2003 bûye endamê komîta şêwirdarên kovara “Pêl” ko li Elmaniya der tê. Vê salê jî bûye endamê “PENa” Kurd.
● Sala 2003 vexwendî çalakiyên sedsaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê, bûye. Li wir ” Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de” pêşkêş kiriye.
● Sala 2004 – Endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya “rojên wêjeyê li Amedê” bûye û beşdarî kiriye.
● Sala 2005 bûye endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk, ku di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat.
● Sala 2005 – hatiye vexwendin bo festîvala rewşenbîrî ya yekemîn li Duhokê, da lîkolînekê li ser “hevoksaziya Kurdî” pêşkêş bike. Lê ji ber sedemên rewşa navwelatî di navbera Sûriya û Îraqê de nikarîbû amade bibe, tenha lêkolîna xwe rê kir.

Şîrove (0)