belavokên partiyan

Zarok çi dijîn hînî wê yekê dibin

  Heke zarokek bi gazindan re bijîye, ew ê hînî lomekirinê bibe.
Heke zarokek bi dijminatiyê re bijîye, ew ê hînî şerkirinê bibe.
Heke zarokek bi tirsê re bijîye, ew ê hînî bizdiyanê bibe.
Heke zarokek bi hey-jariyê re bijîye, ew ê hîn bibe hesta kêmasiyê bi xwe bike.
Heke zarokek bi tiranepêkirinê re bijîye, ew ê hînî şermkirinê bibe.

Heke zarokek bi dexesiyê re bijîye, ew ê hînî zikreşiyê bibe.
Heke zarokek bi şermê re bijîye, ew ê hîn bibe hest bi sûçdariyê bike.
Heke zarokek bi handanê (teşwîqê) re bijîye, ew ê hînî baweriyê bibe.
Heke zarokek bi bexişînê re bijîye, ew ê hînî bêhnferehiyê bibe.
Heke zarokek bi pesinan re bijîye, ew ê hînî spasdariyê bibe.
Heke zarokek bi pejirandinê re bijîye, ew ê hînî hezkirinê bibe.
Heke zarokek bi piştgiriyê re bijîye, ew ê hîn bibe hez ji xwe bike.
Heke zarokek bi danpêdanê re bijîye, ew ê hîn bibe ko hebûna armancan tiştekê xweş e.
Heke zarokek bi parvekirinê re bijîye, ew ê hînî merdîniyê bibe.
Heke zarokek bi diristahiyê û dadperweriyê re bijîye, ew ê hîn bibe ka rastî û dadwerî çi ne.
Heke zarokek bi êminahiyê re bijîye, ew ê hîn bibe bawerî bi xwe û yên derûdora xwe hebe.
Heke zarokek bi hevalîniyê re bijîye, ew ê hîn bibe ko duniya cihekê xweş e bo jiyanê.
Heke tu bi tenahiyê re bijî, zarokê/-a te ê bi aştiyê re bijîye.
Erê zarokê/-a te bi çi re dijîye?

Wergêrana ji englîzî: Elind Darvîn
Çavkanî:

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…